Li gorî agahiyên Rûdawê, ENKSê îro li taxa Salihiyê xwepêşnandanek lidar xist, lê hêzên asayişê û Hêza Cewherî riyên ku diçin taxa Salihiyê girtin û rê nedan ti kesî ku biçe cihê xwepêşandanê.
Herwiha piştî destpêkirina xwepêşandanê wan hêzan û alîgirên PYDê bi tûndî êrişî xwepêşandanê kirin.
Yek ji wan kesên ku di xwepêşandanê de amade bû ji Rûdawê re ragihand ku wan hêzan xwepêşandana wan belav kirin û avahiya ENKSê dorpêç kirin, herwiha hejmarek ji xwepêşanderan girtin.
Xwepêşandana ENKSê di bin navê ‘Na ji Kiryarên PYDê re’ ji aliyê ENKSê ve hatibû amadekirin.
Ev demeke li Rojavayê Kurdistanê ENKSê dest bi xwepêşandanên berfireh kiriye û piraniya xwepêşandanên wan bo nîşandana nerazîbûnê li hember biryara leşkeriya bi zorê, girtina siyasetmedar û xortan, ferzkirina îdolojiyê li ser xelkê û rêgirtin ji çalakiyên azad ên sazî û partiyan in.
Tevî ku di demên derbasbûyî de ji ber beşdarbûna wan di xwepêşandanên ENKSê de gelek xort ji aliyê hêzên asayişê ve hatin girtin û alîgirên PYDê li dijî xwepêşandana ENKSê daketin kolanan, lê bi girseyî xelk tevlî xwepêşnadanên ENKSê dibin.
Herweha ENKS pilan dike, li Ewropa jî xwepêşandanên girseyî lidar bixe û dengê nerazîbûna xwe bigihîne saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan. Rûdaw