Serrûpel Nûçe Şehîd Tahir Elçî kî bû?

Şehîd Tahir Elçî kî bû?

Belav bike

Îro danê nîvro, li navçeya Sûrê ya Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û komek parêzerên endamên Baroya Amedê li ser ziyandîtina minareya dîrokî ya Amedê ya bi navê “Minareya Çar Pê”, daxuyaniyek rojnamevaniyê dan lê di heynê daxuyaniyê de şer derket.

Di wî şerî de Tahir Elçî jiyana xwe ji dest da, polîsek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn. 

Tahir Elçî kî ye?

Tahir Elçî di sala 1966ê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jidayîk bû. Qonaxên seretayî û navendî yên xwendina li navçeya Cizîra Bakurê Kurdistaê xwend. Di sala 1991ê de ji Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Fakulteya Hiqûqê derçû.

Tahir Elçî, ji sala 1998ê heta sala 2006ê di Rêveberiya Baroya Amedê de cih girtibû û di sala 2012an de jî weke Serokê Baroya Amedê hat hilbijartina.

Elçî bavê 2 zarokan bû û zimanê îngilîzî, almanî, tirkî û kurdî dizanî.