Serrûpel Nûçe Serok Barzanî bi Şahê Siûdiyê re civiya – FOTO

Serok Barzanî bi Şahê Siûdiyê re civiya – FOTO

Belav bike

 

Di berdewamiya serdana xwe ya bo welatê kendavê û civîn û hevdîtinên ligel berpirsên wan welatan, îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana  şah Selman bin Ebdulezîz şahê Erebistana Siûdiyê kir.

 

Barzanî bi germî ji aliyê Şah Selman ve  hat pêşwazîkirin û piştre her du alî bi hev re civiyan.

 

Di dema pêşwazîkirina Barzanî de, 20 berpirsên pilebilind ên Erebistana Siûdiyê jî amade bûn.

 

Piştî civînê Şah Selman ji ber xatirê Barzanî mêvandariyeke firavûnê rêkxsit, ku cihnişînê şahê Siûdiyê Mihemed bin Selman jî têde amade bû.

 

Barzanî  di berdewamiya geşta xwe y abo derveyî welat duh şev serdana Erebistana Siûdiyê kiribû.

 

Berî ku serdana siûdiyê bike, Barzanî serdana Îmrataê kiribû û bi rayedarên wî welatî re civiyabû.

 

Serokê Herêma Kurdistanê  roja 28ê vê mehê dest bi geşta xwe y abo welatên kendavê kir.