Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de bi ajansa Îspanî re got ew amade ye bi opozîsyona Sûriyê re dest bi hevdîtinan bike lê ne amade ye hêzên terorîst re bicive, li gorî Esed her kesê ku li Sûriyê dest avêtiye sîlehê ew terorîst e.
Esed li ser opozîsyona ku li Riyadê civiya ye jî got, weke presîb ew amade ne ligel wê opozîsyonê bicivin, lê bi şertê ku encamek jê derkeve.
Li ser pirseke firotin û kirrîna petrola DAIŞ, serokê Sûriyê got, Tirkiyê petrola DAIŞ dikire û bi erzanî difroşe cîhanê, û ew bawer nake ku petrola di destê Daişê ku li bakurê Sûriyê ye, bi qaçaxî derbasî Îraqê dibe.
Esed di hevpeyvîna xwe de careke din dubare kir û got, Tirkiy, Qeter û Siûdiyê piştgiriya Daiş dikin.
Her wiha got, çi dibe bila bibe ew tu caran nafikire ku ji Sûriyê derkeve û ew ne sebeba derketina şere li Sûriyê.
Esed di dawiya hevpeyvîna xwe de got, wî jî û hikûmetê jî di gelek şaşî kirin, kirin ev jî bi her kesî re çêdibe, lê tiştê ku ewê careke din neke, baweriya wî bi hinek serokên Ereb û welatekî weke Tirkiyê, wî destpêkê baweriya xwe bi wan anîbû.
Serokê Sûriyê diyar kir ku ewê bixwaze zarokên wî di siyasetê de riya wî berdewam bikin.