Îro Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva Koma Civakên Kurdistanê (KCK) da.
Berdevkekê bi navê PDKê di bersiva daxuyaniya KCKê de got: Koma Civakên Kurdistanê (KCK) roja sêşemiyê 15-12-2015 daxuyaniyek li ser rewşa siyasî belav kiriye ku mixabin wek herdem bi rihekî dijminkarî li dijî PDKê hatiye nivîsandin û êdî li ser wê yekê hîn bûne her arîşeyek hebe, her şikestek ku di siyaset û karên wan de rastî wan were, bê du silî bi neheqî dixin stuyê PDKê û PDKê bo peçandina kirêtî û şikestên xwe bi kar tînin.
PDK bi tundî siyaseta KCKê rexne dike û dibêje: Wisa xuya dike ku ti erk û karê wan nebe jibilî dijatîkirina PDKê û belavkirina şirove û nirxandinên bêbingeh û tenê xwe dema xwe ji çêkirina arîşeyan re veqetandine.
Di daxuyaniyê de PDK herwiha amaje bi rexneyên KCKê yên derbarê hatina leşkerên Tirkiyê bo nav sînorê Herêma Kurdistanê dike û wiha dibêje:
“Ku tirk hatin sînorê herêmê û cihên din, ji ber we û siaysetên we yên şaş bûye. PDK çima zerîbeya siyaeta we ya şaş bide, PDK êdî çi ji we re bike? Ji ber gellek mijar û sedeman Partiya Demokrata Kurdistanê heta ew zilm zordariyên we jî ji çavê gel veşartine, ku we di derheqê gelê Kurdistanê û axa Kurdistanê de kirine.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de PDK tekez dike, ku KCK bûye sedema pirsgirêkan bo Herêma Kurdistanê û ji xelk û tevgera rizgarîxwaza kurd re serêşiyan û arîşeyan derdixe.
Daxuyanî wiha dom dike:
“Her hûn bûn ku bûne çavkaniya arîşe û serêşiyan ji xelkê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza kurd re. Kes nizane û hûn bi xwe jî nizanin çi dixwazin û li dûv çi digerin û kê we dehf dide. Jibilî arîşe û pirsgirêkan, we çi jibo gelê Kurdistanê?”
PDK bang li KCKê dike ku arîşeyên xwe bibin Tirkiyê û wan arîşeyan bi Tirkiyê re çareser bikin û dibêje: “Başe hûn çima naçin arîşeyan bibin Tirkiyê û ligel Tirkiyê çareser nakin? Heger hûn nikarin di rûyê Tirkiyê de bisekinin, çima hûn dibin sedema pirsgirêk û arîşeyan ji Herêma Kurdistanê re?”
Di beşeke din a daxuyaniyê de, PDKê amaje bi wê kiriye, ku zêdetirî 500 gund û deverên Herêma Kurdistanê wêran bûne û jiyan têde nemaye û ji ber wê yekê KCKê tohmetbar dike.
PDKê li ser wê yekê wiha dibêje: “Jibo ku gelê Kurdistanê bizane we çi aniye serê Herêma Kurdistanê û agahdarî beşeke biçûk a zilm û zordariyan bin, em navê zêdetir ji 500 gund û deveran li wir belav dikin ku hûn bûne sedem ku ewder wêran bibin û jiyan têde nemîne û xelk wan deran vala bike û nehên avedankirin. Herwiha rê jî nedane Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku xizmetguzariyan bigihîne wan gundan.”
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Têkdana jiyaan kurdan bûye karê we. A niha jî ji ber we hejmareke zêde ya gundên Bakur jî wa jiyan têde namîne û ji ber siyasetên we yên nerast, xelkê wê deverê jî jiyan û aramiya wan têk çûye û aware dibin.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî PDK tekez dike: “Êdî dema wê yekê hatiye ku xelkê Kurdistanê we û bingeha we û kiryarên we nas bike. Bila werin bipîwin ku we jiyana xelkê Kurdistanê têk daye yan jî PDKê.”