Îro 22 Kanûnê di merasîmekê de balyozxana Îtalya li Hewlêrê hate vekirin, Serokê Encûmena Pîrên Îtalya Pêtro Graso xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê anzî ziman, herwiha amaje bi hewlên Îtalya û Herêma Kurdistanê debarê bihêzkirina pêwendiyên navbera herdu aliyan de kir.
Navborî amaje bi wê yekê jî kirk u ew bi niyaze serdana serbaz û efserên welatê xwe bike. Ewên ku rahênanê bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin, rola Pêşmerge di şerê lidijî DAIŞê de bilind nirxand û amaje bi alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo penaberan kir û spasya wê li ser vî karên giranbuha kir.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de pêşwazî li şanda Îtalya kir û xweşhaliya xwe bi vekirina balyozxana Îtalya li Hewlêrê anî ziman û got: “Em gelekî şerefmendin bi pêşwazîkirina şanda Îtalya, herwiha em xweşhalin ku Îtalya balyozxaneya xwe li Hewlêrê vedike.”
Herwiha got: “Di destpêka şerê li dijî DAIŞê de Serokwezîrê Îtalya wek yekemîn serokwezîr serdana Hewlêrê kir ûpiştevaniya xwe bo me di hemû waran de diyar kir, em wê nameyê jibîr nakin û îro jî Serokê Encûmena Pîrên Îtalya û şanda ligel wî hatine Herêma Kurdistanê û balyozxaneya xwe li Hewlêrê vedikin, ev nîşana piştevaniya Îtalya bo Iraq û Herêma Kurdistanê ye.”
Di beşekî din de ji axaftina xwe Nêçîrvan Barzanî got: “Em spasya Efser û serbazên Îtalya dikin, ku rahênanê bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin, herwiha em cejna Kirîsmis li wan û malbatên wan pîroz dikin, peyama me di dema ku me sînorekê bêhtir ji hezar km di şerê li dijî DAIŞê de heye ew ku, Herêma Kurdistanê û Iraqê pêwîstî alîkariya hemû welatên cîhanê ye.” Bas