Serrûpel Nûçe DAIŞ zarokekî Kurd li Dêrezorê îdam kir

DAIŞ zarokekî Kurd li Dêrezorê îdam kir

Belav bike

Li bajarokê El Sor, yê ser bi Dêre Zorê ve, zarokê 13 salî Siyamend Osman Elî, ji aliyê DAIŞ ve hate girtin, dema ku ew girtin, ew bi telefonê bi xalê xwe re bi kurdî diaxifî, xalê wî li başûrê Kurdistanê bû, ew bi riya Whats App diaxifîn, telefona wî ji wî standin, di telefonê de ala Kurdistanê dîtin.

Piştre zarok girtin, ew birin navendeke xwe, 2 rojan li cem xwe girtî hîştin. Piştre jî bi sûcê ku pêwendiya wî bi şervanên Kurd re hebûye ew li pêşiya dikana bavê wî, di nava bajêr de gulebaran kirin û kuştin.

Malbata wî berî 20 salan ji Qamişlo bar kiribû Dêrezorê û bavê wî jî li bajêr karê terzîtiyê dikir.