Li gor agahiyên Rûdawê îşev 3 teqîn li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê qewimîn.
Li gor agahiyên herî dawî ku gihîştine Rûdawê, di encama her 3 teqînan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûne û birîna hejmarek ji birîndaran giran e û rewşa tendirustiya wan xirab e.
Çavkaniyeke Rûdawê ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, teqîna yekem li taxa Wusta ya Qamişlo çêbûye.
Çavkaniyê Rûdawê da xuyakirin, ku teqîn li nêzîkî kafetriya Meyamî bûye.
Li gor agahyên destpêkê ku gihîştibûn dest Rûdawê, di encama vê teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û çend kes jî birîndar bibûn.
Piraniya rûniştvanên taxa Wusta ya Qamişloyê kirîstiyan in û di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de ye.
Li gor agahiyên Rûdawê teqîna duyem jî li nêzîkî xwaringeha Gabriyêl a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo qewimiye.
Agahiyên destpêkê didan xuyakirin, ku di encama vê teqînê de jî, 2 kesan jiyana xwe ji dest da bin û hejmarek kesên din jî birîndar bibin.
Her du teqînên destpêkê ji curê teqînên xwekujî bûne.
Di encama her du teqînan de kuştî û birîndar hene.
Herwiha teqînek din li nêzîkî Medîne Şebab a li Qamişlo bûye. Hat zanîn ev teqîn di encama bombeyeke dengî de bûye û die ncama teqîna sêyem de ti zirar çê nebûne.
Çavkaniyên Rûdawê ragihandin, ku kehrebayê tevahiya bajarê Qamişlo hatiye qutkirin.