Serrûpel 2015 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2015

Xerîbiyê “Şerîfo” kuştiye (Vîdyo)

Repvanê navdarê kurd Şerîf Omerî (Şerîfo) bi repvan Gohdar re klîbeke nû çêkir.

Serok Barzanî bi Şahê Siûdiyê re civiya – FOTO

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ji aliyê şahê Erebistanê Siûdiyê Şah Selman bin Ebdulezîz ve hat pêşwazîkirin û her du alî bi hev re civiyan.

Bayik: Eger Tirkiyê mudaxeleyî Cerablusê bike ewê jî…

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik dibêje, heger tirkiyê destêwerdanê li Cerablûsê bike, ewê jî şer li Tirkiyê zêde bikin. Li gora Bayik, heger tirkiyê destê xwe dirêjî wê deverê bike, armanca wê kurdên li wir in û erka wan bixwe jî weke KCK parastina wan kurda ye. Wê demê ewê jî destêwerdanê bikin û şer li bakur zêde bikin. Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de li gel BBC dibêje, ew li Sûriyê, ne alîgirê Emerîka û ne jî yê Rûsya ne, ew hêzeke sêyemîn in. Hevserokê KCKê dide zanîn ku ew êdî guh nadin pêwendiyên taktîkî yên demkî, divê pêwendiyên stratejîk li gel wan bêne danîn û statûya kurdên rojava jî were naskirin. Cemîl Bayik dibêje, kesek nikare weke berê sûdê ji şervanî û zîrekiya kurdan bibîne, armancên xwe yên aborî û eskerî bi riya wan pêk bîne û biçe, ji ber ku kurd ne kurdên berê ne, kurdan êdî çarenivîsa xwe xistine destê xwe.

Daxuyaniyeke taybet ji Brahîm Biro

Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê ENKS Îbrahîm Biro daxuyaniyek di derbarê wan nûçeyan de belav kir, ku dibin sedema xerabkirina simeta malbata wî. Îbrahîm Biro di daxuyaniyê de eşkere kir, ku ji ber helwêstên wî yên siyasî, ew hertim dihat tehdîd kirin û tometbar kirin, niha jî kesên nefis nizim, nefis biçûk, kampanya ji bo xerabkirina navê endamên malbata wî birêve dibin û dûrî hemû exlaq û pirnsîpan, derwan li ser endamên malbata wî belav dikin. Biro di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand, ev karê qirêj wê bandorê li ser xebata wî neke û daxwaza lêborînê ji malbata xwe kir, ku ew bedela hewlêstên wî yên siyasî didin ..
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com