Serrûpel 2015 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2015

Serok Barzanî peyama sersalê belav kir

Bi helkefta sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim sala 2016 bibê sala nemana şer û teror û pêkanîna aştî û xweşiyê li Kurdistan û hemû cîheke cîhanê da.

DAIŞ teqînên Qamişlo xiste stûyê xwe (vîdyo-foto)

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 3 teqîn çêbûn û li gor agahiyê dawî di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûne.

Gendeliyeke mezin di nava PYD de heye û veşartiye

Asayişa bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê xortekî endamê PYDê bi tohmeta ku bavê wî navên 12 kesên ku gendelî kirine, eşkere kiriye, girtin. Nivîskarekê nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD) Taha El-Hamid li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, ku xortê bi navê Dilşêr Xelek ku kadroyekî aktîv ê PYDê ye û yek ji rêveberên malpera YPGê ye, bi tohmeta ku bavê wî navên 12 kesên ser bi PYDê ve ku gendelî kirine, eşkere kiriye hatiye girtin. Taha El-Hamid di posta xwe de herwiha tîne ziman, piştî ku navên wan kesên gendel eşkere bûn, Berpirsê Asayişa bajarê Tirbespiyê ku bi navê Dijwar tê naskirin, ligel hejmarek ji endamên Asayişê avêtin ser mala Bavê Dilşêr û li wî û li dayika Dilşêr dan û kurê wan girtin. Taha El-Hamid herwiha dibêje, ew xort heta niha nehatiye berdan û çarenivîsa wî nayê zanîn. Li gorî gotina Taha El-Hamid, bavê Dilşêr ew 30 sal in ku nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û ji wan re kar dike û birayê Dilşêr ê bi navê Keder jî, berî salekê di nav refên YPGê de şehîd bûye. Ji aliyê xwe ve, nivîskarê nêzîkî PYDê, Hisên Umer bang li PYDê kir ku wî xortî berdin. Rûdaw

Nêçîrvan Barzanî têr keniya (vîdyo)

Diyaloga navbera Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û yek ji mêvanên merasima Kirîsmesa îsal, ku axaftina Barzanî dikir kurdî, di torrên civakî de deng veda. Alîgirekî YNKê dibêje, “Ez ewqasî YNKyî me êdî xwîna min jî kesk e lê ez bixwe jî nizanim çima ji vî camêrî hez dikim?!”

“Sala 2016 sala serxwebûna Kurdistanê ye“

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo sala nû sexwebuna Kurdistanê ye

Tirkiyê ji bo pasportên Sûriyê wê Vîze bixwaze

Wezareta derve ya Tirkiyê radighîne: Êdî welatiyên Sûrî bi bê wergirtina vîzayê nema dikarin derbasî welatê wan bibin. Wezareta derve ya Tirkiyê di beyanemeyekê de radighîne: Ji 8ê meha yekê sale 2016an ve, welatiyên sûrî bi bê wergirtina vîzayê ji konsolxaneyên komara Tirkiyê nema dikarin derbasî welatê wan bibin, lê ev biryar ji bo dergehên sînorî yên Sûriyê nameşe. Tê zaîn ku dergehên Sînorî yên di navbera herdû welatan de nêzî 10 mehane hatine girtin.

Dr. Izzet Efendî tê xelatkirin (vîdyo)

Sendîkaya Bijîşkan li Nemsa, bijîşkê Kurd yê ji Kobanî Izzet Efendî, ji ber xizmetên xwe yên di warê saxlemî û tendurustiyê de, layîqî Mîdelya Zîvîn dît. Dr. Efendî ku bi xwe doktorê hestiyane, li Kobanî nexweşxaneyek bi navê Nexweşxaneya Viyenna ava kiriye, lê dema ku Kobanî rastî êrîşî hat, nexweşxaneya wî jî, ku ji aliyê teknîkî ve gelekî modern bû, rastî êrîş û talanirinê hat. Mîdelya Zîvîn ya rêzgirtinê, wê bi merasîmeke mezin, roja 14 meya 1 sala 2016 ji bo dr. Izzet Efendî were pêşkêşkirin. Heta niha wî û gelek hevalên xwe yên doktor, di warê tendurustiyê de gelek alîkarî ji Nemsa kom kirine û şandine rojavayê Kuridstanê.

Ji bo Asayîşa PYD: Kurê min serbest berdin!

Dr Mihemed Sîrac Cewê ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku kurî wî yê 30 salî Ahmed di 16 meha derbasbûyî de hatiye girtin. Tevî ku wî gelek pêwendî bi asayîşê re danî jî, lê nehiştin ew serdana kurdî xwe bike û wî bibîne. Dr Mihemed Sîrac dibêje, heta niha bi tu awahî kurî wî nehatiye sûcdarkirin, lê hinek endamên asayişê bi devkî idîa kirine ku endamekî DAIŞê bi rêya telefonê bi kurî wî re axiviye. Dr Mihemed Sîrac ku niha li stenbolê dijî di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku ji ber helwêsta siyasî kurî wî hatiye girtin û ew ji xwendekarê herî jêhatî yê parêzgeha Hesekê bû û li zanîngeha Memûn ya Qamişlo xwendekarê sala dawiyê bû û eşkere kir, bi tometên ne rewa niha dixwazin sûmeet û navê malbata wan xirab bikin. Ahmed Sîrac Mihemed, berî salekê jî bi tometa beşdarbûna di xwepêşandanên ENKSê de û bilindkirina Ala Kurdistanê hatibû girtin û piştî çend demjmêran hatibû berdan..

“Me ji Tirkiyê xwest Ocalan berde“

Nivîskarê Kurd Husên Duzen li ser rûpela xwe ya Facebookê dinivisîne ku berpirsê pêwendiyên derve yê PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê) di hevdîtinekê de li Almanya ji wî re gotiye: Me ji Tirkî re got Abdullah Öcalan berdin, ji bo pirsgirêk ҫareser bibe... Di van bûyerên dawiyê de rola Ocalan gelekî mezin e, lê ji tirsa ku Qendîl bi ya Ocalan neke, Tirkiyê niha naxwaze Ocalan biaxife. Ocalan, Qendîl sedî sed ne ligel wî be jî, lê heta niha gotina Ocalan bi bandore û gelê ku dostaniya PKK dike, Ocalan weke serokê xwe dibîne. Di nava PKK û rêxistinên ser bi wê ve, kî hewl bide rola Ocalan lawaz bike, yan jî li derve bihêle, ewê tu caran bi sernekeve. Ocalan di nava hemû rêxistinên PKK de, dîsa kesê herî bi bandore.

PKK li bakur hêzeke nû bi navê YPS ava kir

Bi sedema şer û aloziyên li bajarên bakûrê kurdistanê, li bajarê Nisêbîn yê girêdayî Mêrdînê ve Yekîneyên Parastina Sivîlan hate avakirin û xwe weke ypse da naskirin. Hejmara endamên ypsê li Nisêbînê 30 kes in û di wêneyan de bi serûçavên nixumandî û kemberên gule û narincokan derdikevin. Wan bi daxuyaniyekê yekîneya xwe ragihand û dibêjin, yekîneya wan tenê ne ji bo kurdan e, belkî ji bo gelê tirk û hemû pêkhateyên tirkiyê hatiye avakirin. Ew herwiha dibêjin, gelê kurd li bakurê kurdistanê di sala 2015an de li çend bajaran xweseriya demokratîk ragihand, lê dewleta faşîst bi siyasetên tepeserî û kuştinê bersiv da.