İSTANBUL – Emin İleri
Şa’ir û nivîskarê kurd ê ji Sûriyeyê Jan Dost destnîşan kir ku rejima Beşar Esed bi saya PYDyê herêma kurdan kotrol kir û nehişt li dijî Esed rabe.
Dost daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku şoreşa li Sûriyeyê bi awayekî aştiyane dest pê kir û wiha xeberda: “Li Sûrî şoreşeke aştiyane li dar ket. Ew şoreş li dijî ҫewisandina mafên mirovan bû, li dijî dîktatoriyê bû, li dijî yekrengî û yekdengiyê bû. Doza demokrasî û rûmet û azadiyê dikir. Mixabin rejimê bi xwînê û agir û kuştinê xwest wê şoreşa mezin rawestîne, lê nikaribû. Hêdî hêdî ew şoreş bû ҫekdar û mixabin wê ҫekdarbûnê wêranî jî bi xwe ra anî. Ew ne daxwaza gelê Sûrî bû. Her weha gelê Sûrî qet nedixwest şoreşeke dînî li dar bixe. Niha rewş êdî kambax e, millet ketiye halekî pirr xerab û divê dunya hemû alîkariyê bide, ji ber ku dunya hemû gunehkar e.”
– “Esed bi destê PYDyê nahêle Pêşmergeyên Rojavayê bên”
Dost der barê mijara Pêşmergeyên Rojavayê ku li Herêma Kurdistana Iraqê hatin perwerdekirin da wiha got: “PYD naxwaze Pêşmergeyên Rojavayê derbasî Rojavayê bibin. Ev jî bi daxwaza rejimê ye. Rejim ji hêzên leşkerî ên kurdî; ji xeyrî YPG, ne bawer e. Rejima Sûrî dizane ku hêzên pêşmerge werin Rojava wê armanceke wan î kurdewarî û ji bo gel hebe. Loma jî rê nade wê hêzê. PYD wek darê di destê rejjmê da ye. Rejima Beşar Esed bi saya PYD herêma kurdî kontrol kir û nehişt li dijî wî rabe. Wezîfeya PYD ew bû. Ew naxwaze herêmeke kurdî damezirîne, rejim jî naxwaze û nahêle. Lê wek ku ew herêm ji Sûrî hatiye veqetandin xuya dibe, ew yek jî mebest jê Tirkiye aciz bibe. PYD him ҫek û him jî pereyan ji rejimê werdigre. Serokê rejimê bi xwe di hevpeyvîna xwe ya bi Observer ra wisa dibêje.”
– “Kirasê PYD kurdî ye, lê mûskil û hestî û goşt rejim e”
Dost di xeberdana xwe da der barê pergala PYDyê da wiha got: ”Ez wê her wek berdewamiya rejima Sûrî dibînim. Her ew diktatorî ye, zindan in, xwîn e, bi rastî xortên kurdan bê guneh dajon mirinê û ji rejimê ra dikin mertal.”
Dost der barê pêkutiya li ser rojnamevanên kurd ên mixalif jî wiha got: “PYD di vê ҫarҫoveyê da xizmeta Esed dike û bi kar û wezîfeya xwe baş radibe. Kirasê PYD kurdî ye, lê mûskil û hestî û goşt rejim e.”
Dost diyar kir ku Konseya Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê (ENKS) ku ji 16 partiyên kurdan ên Sûriyeyê pêk hat xwedî li gel derneket û wiha got: “ENKS gelekî zeîf bû. Ewê nikaribû xwe bide ber pêla faşîzma kurdî. Gerek bû li himber rabe, xwepêşandan ranewestîne, tevgera ciwanan germtir bike. Gerek bû ENKS xwedî li gel derketa wek ҫawa gel lê xwedî derket. Bi sedhezaran xelk di kolanan da meşiyan û gotin: ENKS nûnerê me ye û PYD şebbîha ye. Lê mixabin gelek sedem hebûn ku ew yek bi serî nebû. Yek jê, ewan nedixwest şerê navxweyî li dar bikeve, ew jî fikreke rast bû, lê fêda wê nebû.”
– Êrîşên PKKyê
Dost der barê bûyerên dawîn da jî wiha xeberda: “Ez li dijî wî şerî me. Şer qet armancan pêk nayne. Aştî her ҫareseriya problem û nakokiyan e. Ez jî dibînim ku faydeya Îran û rejima Esed di krîzên li Tirkî û Kurdistana bakur da hene. Divê herdu teref jî, dewleta tirk û PKK, prosesa aştiyê berdewam bikin, divê Ocalan rola xwe bilîze û gavin cidî ji hêla dewletê werin avêtin. Birînek kûr bi duayan tenê rihet nabe. îlac divê.”
Jan Dostê ku ji Kobanêyê ye û li Almanyayê dijî destnîşan kir ku li ser romaneke der barê Kobanêyê da dixebite û wiha got: “Belê min dest pê kiriye û gelek jê nivîsiye jî. Ew romaneke der barê tarîx, jiyan, zarotî û jana gelê Kobanî da ye.” AA