Serrûpel Nûçe Obama zanayekî ji Efrînê dawetê Kongrês kir

Obama zanayekî ji Efrînê dawetê Kongrês kir

Belav bike

Rîfahî Hemo yê 57 salî ji gundê Omo yê herêma Efrînê ye. Sala 2013ê di bombebarana balafirên Sûriyê de, li ser taxa Eşrefiyê ya Helebê, bombeyek li mala wî ket. Hevjîna wî û yek ji keçên wî jiyana xwe jidest dan. Êdî jiyana wî bi tevayî têk çû.
Piştî wê karesatê, ew zanayê kurd, ku bi nexweşiya şêrpenceyê ye, ligel kur û hersê keçên xwe, berê xwe dane Tirkiyê û li wê derê bicih bûn.