Serrûpel Nûçe Belgeyeke sirrî ya Asayîşa PYD eşkere bû (belge)

Belgeyeke sirrî ya Asayîşa PYD eşkere bû (belge)

Belav bike

Di belgeyekê de ku navê kompanya sûrî ya neftê ya hikûmeta sûriyê û hêzên YPGê yên ser bi rêveberiya xweser li ser e û li ser torên medya civakî hatiye belavkirin, ji karkerên kompanya rimêlan hatiye xwestin ku serdana asayişa rimêlan bikin û zanyariyan li ser kesayeta xwe radest bikin.

Li gorî belgeyê, her karkerek divê wêneyê nasnameya xwe, resmekî xwe û belgeyekê ji komîna xwe li gel xwe ji asayişê re bibe.

Her li gorî wê belgeyê, ku di roja 6ê vê mehê de hatiye îmzekirin, divê di nava 3 rojan de karker û karmend seredana asayişê bikin, eger na wê temwîna malbata wî bê qutkirin.

Belgeya ku îmzeya rêveberê zeviyên hesekê û nûnerê ypgê li ser hene, li ser rûpelên tora medyaya civakî hatiye belavkirin, lê rûdaw nikare rastiya wê piştrast bike.