Serrûpel Nûçe Istîxbarata Rûs li Qamişlo navenda xwe ava kir

Istîxbarata Rûs li Qamişlo navenda xwe ava kir

Belav bike

Hema jêder dibêjin piştî serdana Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji bo Rûsya û hevdîtina wî bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê re, 2 dîplomatên Rûs li gundê Lêwjê yê bintara Qendîlê û bajarê Silêmaniyê, 2 caran bi hevserokê KCKê Cemîl Bayik re û 3 caran jî bi rayedarên din ên PKKê re hevdîtin kirine.

Her wiha Tirkiyê behsa wê yekê jî kiriye ku rayedarên Rûs bi rayedarên PYDê re jî hevdîtin kirine.

Li gorî rojnameya Yenî Şafakê, rayedarên Rûs ji PKKê xwestine pêşiya kişandina boriya gaza sirûştî ji Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyê bigirin, ji Gorran û YNKê jî xwestine bi tundî li djiî projeya kişandina boriya gazê rabin.

Rojnameyeke nêzîkî AK partî jî dinivisîne Rûsya roja 2ê vê mehê li bajarên Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê, 3 navendên îstixbaratê vekirine û 28 karmendên xwe yên îstixbaratê jî derbasî wan bajaran kirine, ewlehiya wan navendan jî ji aliyê YPG/PYD ve tê tê parastin.