Serrûpel Nûçe Hewlêr: Hunermendek bi kêran hate kuştin – Vîdyo

Hewlêr: Hunermendek bi kêran hate kuştin – Vîdyo

Belav bike

Derengiya şeva borî li bajarê Hewlêrê, hunermend kurd Cêgir Ezîz bi kêran hat kuştin.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz derheqê bûyerê de agahî da û ragihand, hunermend Cêgir û çend hevalên xwe li mala hevalekî xwe kom bibûn. Ew û hevalekî xwe devojenî hev bûne paşê hevalê wî bi kêrê li wî daye.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê da zanîn, di bûyerê de ew hunermend birîndar dibe lê dema radikin nexweşxanê, jiyana xwe ji dest dide.

Wî rayedarê polîs diyar kir ku 3 kes ji ber wê bûyerê hatine girtin û lêpirsîn li ser bûyerê didome.

Hunermend Cêgir Ezîz sala 1992ê li bajarê Raniya yê girêdayî Silêmaniyê ji dayîk bibû. Li Hewlêrê beşa mûzîkê ya Kolêja Hunerên Bedew a Zanîngeha Selahedînê dixwend. Rûdaw