Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ragihand, ku YPGê 2 şervanên xwe ji nav refên xwe derxistine.
Li gor daxuyaniyê, sedema derxistina wan şervanan bikarbirina madeyên hişber ji aliyê wan her du şervanan bûye.
YPGê da zanîn, ku ew her du şervan piştî ku hatin girtin, lêpirsîn bi wan re hat kirin û di proseya lêkolîn û lêpirsînê de misoger bû ku wan ew tawan kiriye.
YPGê herwiha tekez kir, ku ew her du şervan dê li ser wê yekê werin dadgehîkirin û cezayê xwe werbigrin.
YPG baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê ye. (Rûdaw)