Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî: Bi rastî pere tune ne!

Nêçîrvan Barzanî: Bi rastî pere tune ne!

Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, duh piştî ku bi endamên Polîtburoya YNKê re li Hewlêrê civiya, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Serokwezîr Barzanî derheqê kirîza aborî û kêmkirina mûçe de got, bila her kes piştrast bibe ku mûçe û mafên wan nayê xwarin û dê were dayîn. Çi ji destê me were emê bikin ji bo dabînkirina mûçeyê karmendan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku vê gavê şerê DAIŞê û dabînkirina mûçeyê hêzên Pêşmerge pêşiya her tiştî ye û got, bila mamostayên birêz û hemû karmendên din ên hikûmetê pişt rast bin ku mûçeyê wan wenda nabe.

Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsa Peyamnêrê Rûdawê de ku “hinek kes dibêjin pere heye lê hikûmet nade” jî got, bi rastî pere tine. Eger pere hebe emê çawa nedin, ma ji vê rewşê xirabtir heye!