Serrûpel Nûçe Qedera Salih Mislim ji bo Cinêv diyar bû

Qedera Salih Mislim ji bo Cinêv diyar bû

Belav bike

Salih Mislim got, madem ew beşdarî konferansê nebûn, ewê jî karê xwe berdewam bikin.

Mislim ji televîzyoneke nêzîkî HDP re eşkere kir ku her konferanseke ku ji bo Sûriyê were lidarxistin, û PYD têde beşdar nebe,. ew konferans bi sernakeve.

Hevsrerokê PYD diyar kir ku dawetname bi navê Encumena Sûriya Demokratîk nahetiye şandin, lê bi navê şexsan hatiye şandin, ji ber vê yekê hevserokê wê encumena ku PYD ava kiribû, Heysem Menna gotibû eger beşdar nebe ew naçe Konferansa Cinêv 3.

Mislim her wiha got, Cinêv 3 şansê herî dawîn yê Sûriyê ye, eger wiha veşsartî amadekarî jêre were kirin, êdî wê li Sûriyê aştî çênebe û Tirkiyê jî ji bo Sûriyê aştiyê naxwaze.