Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî gihişte Bexdayê

Nêçîrvan Barzanî gihişte Bexdayê

Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Hêvîdar Ehmed ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, gihîşt Bexdayê. Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, Berpirsê Pêwendiyên Derve Felah Mistefa jî bi Serokwezîr Barzanî re ne. 

Derheqê rojeva hevdîtina Serokwezîr Barzanî bi rayedarên Bexdayê re, alîkarê Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, Tariq Gerdî ji Rûdawê re got, dê destpêkê li ser bûdceya Pêşmerge were axaftin, çimkî Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniya Iraqê ye. Her wiha dê li ser şandina pişka dermanê Kurdistanê û pereyê genim ê cotkarên Kurdistanê were axaftin. Ev mijar, girêdayî nakokiyên navbera her du aliyan de nînin û divê bên şandin.  

Tariq Gerdî eşkere kir ku Iraq dê îsal 5 milyar dolar ji banka navdewletî deyn bistîne û divê %17ê wê jî bide Kurdistanê û got, yek ji mijarên hevdîtina îro jî ev e. Piştî van mijaran dê her du alî li ser rêkeftina petrolê û nakokiyan jî gotûbêj bikin.  Rûdaw

Wî parlamenterê kurd, di bersiva vê pirsê de ku gelo şanda Kurdistanî dê bi rayedarên Iraqê re li ser şerê Mûsilê jî gotûbêj bike yan na? got, ez bawer nakim li ser vê mijarê were axaftin çimkî ti amadekariyek nehatiye kirin ji bo rizgarkirina Mûsilê. Ne çek ne jî alîkariya leşkerî dane Pêşmerge, hêzên iraqî jî ji bo şer amade nînin çimkî heta niha nekarîne bajarokê Bêcî û bajarê Rumadî paqij bikin. Li aliyekî din, xetera şerê mezhebî jî heye ji ber wê jî ez bawer nakim di demek nêzîk de operasyona Mûsilê dest pê bike.