Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser mijara lidarxistina referandomê û serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir. Di vê peyamê de Barzanî bang li gelê Kurd dike, ku daxwaza mafê serxwebûnê bikin û li benda wê nebin, ku mafê serxwebûnê ji wan re were pêşkêşkirin.
Mesûd Barzanî behsa hin daxunî û helwestên kesatiyên siyasî yên navxwe yê Kurdistanê û hin rayedarên welatên herêmî derbarê mafê gelê Kurdistanê bo diyarkirina çarenivîsa xwe dike û dibêje: “Di heyama çend rojên borî de hejmarek kesatiyên siyasî yên navxwe û hin rayedarên welatên herêmî daxuyaniyên nerast û dûr ji însafê derbarê mafê gelê Kurdistanê bo diyarkirina çarenivîsa xwe û lidarxistina referandomê de dane û dijatiya xwe bo wê mafê xwezayî yê gelê Kurdistanê nîşan dane. Berî her tiştî hebûna netewek bi navê Kurd li Rojhilata Navîn rastî û heqîqetek e û gelê Kurd her wek hemû gelên din dikare mafên xwe cîbicî bike û jê sûdmend bibe. Ew maf xwezayî ne û xwedê dane û di bin navê ti hincetû sedemkê de nabe rê li ber bê girtin yan jî înkar bê kirin.”
Barzanî dide xuyakirin, ku eger înkara mafên gelê Kurd bên kirin û ew yek berdewam be, dê alozî û pirsgirêk berdewam bin û tekez dike, ku eger rastiya hebûna gelê Kurdistanê û mafên wê werin qebûlkirin, bi dilniyaî ve arîşe dê kêmtir bin û dê îstîqrar jî li herêmê çêbibe.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha di peyama xwe de radigihîne: “Hemû aliyek wê ratsiyê baş dizane ku devera me û bi taybet Kurdistan bêyî liberçavgirtina îradeya rûniştvanên resen ên deverê hatiye dabşekirin û ew jî bûye sedema derketina giriftên kûr û sed sal şer û înkar û ne îstiqrariyê.”
Barzanî amaje bi wê yekê dike, ku bi ti awayî rewa nîne ku li ber xatirê berjewndiyên siyasî û razîkirina xelkê din mafê gelê Kurdistanê were nedîtin û dipirse: “Gelo ew rê didin xwe astengî û aloziyan bo mafê gelên xwe derxînin?”
Barzanî di beşeke din a peyama xwe de û di bersiva wan kesan de ku li navxweyê Kurdistanê dibêjin gerek zemîne jibo lidarxistina referandomê were amadekirin, dibêje: “Cihê matmayînê ye ku hinek kes li navxwe hincetan bo înkarkirina mafê gelê Kurd yan paşxistina wê tînin û behsa amadekirina zemîneyê dikin. Referandom û zanîna nêrîna (raya) gelê Kurdistanê bo diyarkirina çarenivîsê mafekî reha (sedî sed) ye û pêwîstî bi ti amadekariyan nîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Rijdbûna hinek xelkên navxwe li ser lidarnexistina referandomê ji ber wê ye, ku ew dizanin derfetek zêrîn heye û dixwazin wê derfetê jinav bibin. Her ew cure xelk jî piştre îdiaya wê yekê dikin, ku derfet bo peyakirina mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê hebû, lê belê serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê nekir.”
Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê dike, ku dema wê hatiye û derfet guncaw in daku gelê Kurdistanê bi rêya referandomê biryar li ser çarenivîsa xwe bide. Barzanî dibêje: “Ev referandom bi wateya demildest ragihandina dewletê nîne, belku bo wê yekê ku îrade û nêrîna gelê Kurdistanê derbarê çarenivîsa xwe de bê zanîn û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê di dem û rewşek guncaw de îrade û biryara gel cîbicî bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de radigihîne: “Piştî ew hemû qurbanîdan û karesatan, êdî dive gelê Kurdistanê biryar li ser çarenivîsa xwe bide û erkê hemû kurdistaniyên niştîmanperwer û dilsoz e ku di ast berpirsatiya dîrokî û îradeya gelê me de bin û mil bidin ber berpirsatiya wê qonaxê û li pişt îradeya xelkê Kurdistanê bin bo cîbicîkirina mafên wan.”
Mesûd Barzanî tekezî li ser lidarxistina referandomê bi şêweyeke aştiyane û dûr ji tundûtîjiyê dike û dibêje: “Diyarkirina çarenivîs û referandomê jî di proseyeke aştiyane û serdemiyane de dibe û bo aştî û îstîqrara deverê û vegerandina maf bo xwediyê maf dibe û dûr ji tundûtîjiyê û bi rêya lihevkirin û diyalogê dê bê encamdan û gefê bo ser ti aliyekê jî çênake.”
Derbarê federaliyê û hildana Ala Kurdistanê di asta cîhanê de jî Barzanî wiha dibêje: “Derbarê mijara federalîzm û hildana Ala Kurdistanê de jî zêdebarî hebûna dijatîkirina derve, lê belê rijdbûn, berxwedan û îradeya gelê Kurdistanê wisa kir, ku ew yek bibe defakto û cîhan serderiyê pê re bike û bi ti awayekê jî nebûye gef bo ser ti welat û aliyekê jî.”
Barzanî amaje bi hinek nêrîn û helwestên li dijî lidarxistina referandomê û mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd dike û dibêje: “Niha jî ewê ku di aliyê bêvîjdaniyê û sivikatîkirinê berê xwe bide mafê rewa û xwezayî yê gelê Kurdistanê, di rastiyê de naxwaze îstîqrar û aştî çêbibe û nêrîna wê ti nirxek nîne.”
Barzanî herwiha behsa şer û karesatên li deverê û yên ku bi sere gelê Kurd de hatine, dike û radigihîne: “Devera me gellek şer û karesat bi xwe ve dîtiye û guhertin jî di rê de ye û gelê Kurdistanê jî sedema wan guhertin û karesatan nebûye û hemû caran jî bûye qurbanî û xelkê din devera wan tûşî karesat û rikeberiyan kirine.”
Di dawiya peyama xwe de Barzanî tekez dike: “Înkarkirina mafê milletekî bindest û bêparkirî bi ti hincetan nabe û dive bê du dilî em wî mafî ji gelê xwe re rewa bibînin û em bo wê yekê jî kar bikin.”