Serrûpel Nûçe Newşîrwan Mistefa li derve çi dike?

Newşîrwan Mistefa li derve çi dike?

Belav bike

 

Parlamenterê Tevgera Goran Adil Ezîz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li ser valatiya Newşîrwan Mistefa dinava Tevgera Goran de hatiye behskirin, lê ew jî bi tendirustiya wî we girêdayiye. Em hemu jî dizanin Goran bê Newşîrwan Mistefa li gel komîteya asayîkirina parlamento û hikûmetê de civîn pêkanî û ev tişta bila li bîra me neçê ku Newşîrwan Mistefa ne li cihekî nediyare, li Brîtanya ye û di hemû rewşekê de dikare peyvendî li gel wî bê avakirin.’’

 

Adil Ezîz diyar kir: ‘’Wek Tevgera Goran daxwaza vegerandina Kurdistanê me li Rêxistwanê Giştî kiriye, lê dibe ku ew jî awayekî siyasetê be.’’

 

Di derbarê civîna îro ya dinava Komîteya asayî kirina Parlamento û Hikûmetê û Tevgera Goran de Adil Ezîz got: ‘’Me daxwaz kiriye ku rewşa giştî û parlamento vegere berî 12 cotmehê û tê wateya ku Serokê Parlamentoyê û Wezîrên Tevgera goran jî vegerin ser karên xwe, lê em bi niyeta xwe ya baş we, 2 piroses ji vê KomRiteyê re pêşkeş kirine ku wa her dû pirosesana kar li ser bê kirin.’’ Bas