Beşar Ceferî bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno, li ser pêkanîna federasyonê li Sûriyê dabû û gotibû kesên federasyonê dixwazin bila biçin Hebên Panadol bixun.
Salih Mislim got, krîzeke ewqas mezin bi hebên panadol derman nabe, û got pirsa Kurd li Sûriyê weke seretanê ye, penceşêr e û bi heban derman nabe, emeliyat jêre lazime.