Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî derbarê beşdariya nûnerên Kurd li kongreya Cenevre 3 ji K24ê re got: “Herêma Kurdistanê weke erkeke niştimanî alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike, herwiha em piştevaniya nûnerê Kurd li Cenevre 3 dikin.”
Hewramî da zanîn ku rast e ew piştevaniya ENKSê dikin, lê di heman demê de jî ew dijatiya PYDê nakin. Hewramî hêvî kir ku PYDê xwe yek alî bike û wê gûmana li ser xwe ku ew alîgirê rejîma Sûriyê ne rake û li gel aliyên Siyasî li Rojava birê bikeve.
Tê zanîn ku Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê Hîmen Hewramî di serdana xwe ya bo Amerîkayî semînarek derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û kirîza darayî li zanîngeha Johns Hopkins de pêşkêşkir. Bas