Serrûpel Nûçe Mîlyardêrê Kurd nîvê pereyên xwe dide koçberan

Mîlyardêrê Kurd nîvê pereyên xwe dide koçberan

Belav bike

Serokomarê berê yê Amerîkayê Bill Clinton wek mêvanê şerefê pêşwazî li xortekî kurd dike.

Di wê salonê de hejmarek ji kesên herî xwedî desthilat û dewlemendên Amerîkayê civiyane. Ew tenê li benda Serokê berê yê Amerîkayê Bill Clinton nînin, belku amadebûyên di salonê de li benda wî xortî ne, ku niha yek ji kesatiyên herî dewlemend û herî serkevtî yên Amerîkayê ye.

Ew kesatiyn Kurd û milyardêrê amerîkî Serokê Şîrketa Chobani Hemdî Ulukaya ye.

Hemdî Ulukaya di axavtinekê de dibêje: “Ez Kurd im û xelkê Tirkiyê me. Ez di malbatekê de mezin bûm ku pîşeya wan çêkirina mast û penîr bû û pez û ajel xwedî dikirin.”

Hemdî Ulukaya niha xwediyê mezintirîn şîrketa çêkirina mast di cîhanê de ye.

Ew ku bûye cihê giringîdana medyaya Amerîkayê û herwiha medyaya cîhanê, tenê ne ew e ku Hemdi Ulukaya karî ji gundekê Bakurê Kurdistanê bigihîje Amerîkayê û piştre bibe yek ji kesatiyên herî dewlemend ên wî welatîm belku dezgehên medyayî zêdetir behsa wê dikin, ku çawan Hemdî sala par soz da ku nîvê darayiya xwe ku dike nêzîkî 700 milyon dolar bibexşe koçberên cîhanê û Rojhilata Navîn.

Bill Clinton, wek mêvanê şerefê Hemdî bo Korbenda Salane ya Rêxistina Xêrxwaziya xwe kiribû. Serokê berê yê Amerîkayê wek rojnamevanekî pirs ji Hemdî pirsî.

Clinton ew pirsyar ji Hemdî pirsî: “Çi bû sedem û wisa li te kir ku tu giringiyê bi kirîza koçberên sûrî bidî û pereyekî zêde bibexşî?”

Hemdi Ulukaya di bersivê de got: “Ji be rku ez xelkê deverê me û dema ku min dît çi bi sere Kurdên Êzidî li Çiyayê Şingalê hat, dema ku DAIŞê êriş kire ser û ew hemû keç hatine revandin. Dema ku min li rojnameya New York Timed ew nûçe dît, min got welatê dayik bangî te dike û gerek ez tiştekî bikim.”

Ulukaya dibêje: “Çareseriya kirîza koçberan li kerta taybet e, tenê li ser hikûmetan nîne.”

Mamostayê Zanîngeha New Yorkê Mucahit Bilici jî dibêje: “Hemdi Ulukaya karî herî kêm mijara koçberan cardin bîne ser maseya danûstandinan. Ew bû sedem ku raya gişşî ya Amerîkayê agahdarî wê kirîzê be.”

Li gor rêxistina Koçberan a Ser bi Netewên Yekbûyî niha nêzîkî 60 milyon kes li cîhanê koçber in. (Rûdaw)