John Kirby, berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê roja duşemê di kongreyekî rojnamevaniyê de ragihand ku em di şerê li dijî Daîşê de piştewaniya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê dikin, bi taybetî jî bi rêka êrîşên esmanî ve. Ji ber ku Kurd li Sûriyê di şerê li dijî Daîşê de hêzekî bibandor in.
Kirby, di derbarê fikarên Tirkiyê yên ku PYDê weke hêzekî terorîst dibîne de jî got, em PYDê weke hêzekî terorîst nabînin û wê hêzê weke hevpeymaneke xwe yê di şerê li dijî Daîşê de dibînin. Di heman demê de Tirkiyê jî weke dostekî nêzîk dibînin, lê belê terorîst dîtina PYDê peywendiya xwe bi Tirkiyê re heye.