Serrûpel Nûçe Barzanî biryara çaksaziya di nava PDK de da

Barzanî biryara çaksaziya di nava PDK de da

Belav bike

 

Serokê PDKê Mesûd Barzanî îro çarşemî çend biryar bo pêkanîna reforman di nav PDKê de da.

 

Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de biryarên ku li ser encamdana refromê di nav PDKê de dane, aşkere kir. Barzanî ragihand, bi armanca dubare rêkxistina karûbarên kargêrî û daryayî yên PDKê û bi mebesta şefafiyetê û bo xizmeta berjewendiyên giştî ew biryar hatine dan.

 

Barzanî amaje bi dîroka PDKê dike û wiha dibêje:

 

“Partiya Demokrata Kurdistanê bi dirêjiya temenê xwe ji xebat û qurbanîdan û azadîxwaziyê de pêşeng û destpêşxer bûye ku xizmeta gelê me dike.

 

Her ji ber wê û bi mebesta bidestxistin û xurtkirina edaletê û şefafiyetê û pêkanîna reforman li Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê gerek pêşneg û mînak be û bi vê mebestê jî di destpêkê de dive di nav PDKê û di nav mala xwe de em dest bi reformê bikin.”

 

Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de radigihîne: “Bi mebesta rêkxistina karûbarên kargêrî û darayî yên PDKê û bi mebesta şefafiyet û xizmeta berjewendiyên giştî me ew biryar dan.”

Biryarên Barzanî li ser PDKê ev in:

 

  • 1-Pêdeçûn bi milk û male berpirs û kesên ser bi PDKê ve û yan ewên ku di bin siya PDKê de kar kirine û herwiha her organ û dezgeheke PDKê ku bi şêweyeke neyasayî û bi rêya bikaranîna kursiyên partiyê milk û serwet bidest xistine, û vegerandina wan milkan bo aliyên têkildar.

  • 2-Pêdeçûn bi gist şîrket û dezgehên bazirganî yên ser bi organên Partiya Deomkrata Kurdistanê yan yên ser bi berpirsên partiyê yan wan kesên ku di bin siya PDKê de kar kirine, ew jî bi mebesta diyarkirina sermayeya şîrketan û dahata wan û çawaniya birêvebirina wan û vegerandina gist dahata wan şîrketan bo Partiya Demokrata Kurdistanê.

  • 3-Pêdeçûn bi gist zewî û milkên hikûmetê ku bi şêweyê Girêbestên Çandiniyê yan Girêbestên Musatehe yan Hilbirîn yan Milk û yan bi her şêweyeke din hatine wergirtin, ji aliyê her berpirsek yan kesên k user bi PDKê ne, ew jî bo wergirtina rêjeyek ji sûda wan kesan û vegerandina wê bo PDKê.

  • 4-Beşek ji wan milk û darayiyên ku bo PDKê tê vegerandin, li gor mekanîzmeke guncaw bo berjewendiya malbatên şehîdan û enfalkiriyan û pêşmerge bi kart ê.

  • 5-Pêdeçûn bi dezgeha hilbirinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê û rêkxistin û geşkirina dezgehê û dahat û sermayeya wê bi şêweyeke guncaw, bi mebesta birêvebirina sermayeya PDKê li ser bingeheke zelal û guncaw bo xizmeta gel û niştîman.

  • 6-Pêwîst e rêjeyek ji sûda wan şîrketan û wan kesan jî ku di bin siya desthilata PDKê de bi şêweyeke yasayî kar kirine û serkevtî bûne, ji partiyê re bê xerckirin û bo zêdekirina dahata partiyê mekanîzmek jî were destnîşankirin ku bi awayeke aşkere û profesyonel serdeseriyê ligel wan aliyan bike.

  • 7-Pêkanîna saziyeke darayî bo wergirtin û birêvebirina wan milk û darayiyên ku li ser bingeha xalên vê biryarê vedigerin bo PDKê.

 

Di dawiyê de Barzanî ew yek jî daye xuyakirin, ku bi mebesta pêkanîna xalên vê biryarê komîteyek taybet ji aliyê Serokê PDKê vet ê pêkanîn û komîte dê xwediyê mekanîzmeke karkirinê be û raport û dê encamên karên xwe ji Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê bişîne. (Rûdaw)