Li Hollanda di civîneke rojnamevanî de ligel serokwezîrê Hollandî, Davutoglu her wiha got, tehîdekeke biçûk were ser Tirkiyê, weke ku li Qendîlê êrîşî terorê dikin ewê di nava axa Sûriyê de jî êrîş bikin û bargehên terorê li Sûriyê tune bikin.
Serokwezîrê Tirkiyê got ku ji destpêka krîza Sûriyê de, PYD ligel rêjîma Esed kar dike ku û gelek kesên sivîl bi destê wê hatine kuştin.
Davutoglu, ragihand, weke ku hêzên hevpeyman bi balafiran bargehên DAIŞ bombebaran dikin, ewê jî terora ku ji Sûriyê were ser Tirkiyê bombebaran bikin.