Serrûpel Nûçe Hikûmeta Suriyê ciwanekî ji Qamişlo îdam kir

Hikûmeta Suriyê ciwanekî ji Qamişlo îdam kir

Belav bike
Hikûmeta Sûriyê ciwanekî Kurd ji bajarê Qamişlo îdam kir.

Li gorî çavkaniyê, Şêrzad Edhem Mihemed berî 4 salan li bajarê Qamişlo ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve bi tohmeteke siyasî hatibû girtin.

Li gorî heman çavkaniyê, ciwanê naborî 4 salan di zîndana Hesekê de girtî mabû û paşê ji bo Şama paytext hatibû veguhestin.

Çavkaniyê da zanîn ku li Şamê, Şêrzad Mihemed bi îdamê hatibû mehkûmkirin, hikûmê wî hatibû cîbicîkirin û cenazeyê wî jî li Qamişlo teslîmî malbata wî kiribûn.