Jina hunermendê (resam) Kurd yê navdewletî navdar Omer Hemdî ku bi navê Malva dihate naskirin, jina wî Silvia Siviryos li Nemsa li bajarê Viyena li pêşiya mala xwe, xwe avête ber trênê û xwe intîhar kir.
Li gor nivîskar Îbrahîm Yusuf, Silvia (50) ku bi xwe jî resam bû piştî mirina mêrê wê Malva (2015) ew ketibû rewşeke psîkolojîk ya xerab û nedixwest li pişt mêrê xwe bijî, dixwest bi wî re bimire.
Ew 20 salan bi hev re jiya bûn.
Malva di sala 1961 de li gundê Til Nayîf ji dayîk bûbû, di sala 1978 de jî li Nemsa bi cih bûbû.