Asayişê ji dukanderan xwest, di salvegera 17 mîn ya girtina rêberê PKKê Ebdula Ocalan de, dukanên xwe bigrin û her kesê vê fermanê cî bi cî neke, wê were cezakirin.
Herweha Asayişê ji mîkrobasên keracan xwestin, foks û mîkrobasên xwe bixin xizmeta gel, ji bo di nav wan mîkrobasan de li bajaran bigrin û di çalakiyên protestokirina girtina Ocalan de beşdar bibin.
Hejmarek ji alîgirên PYDê berê xwe dan sînorê Tirkiyê û bi bilindkirina wêneyên Ocalan, nerazîbûna xwe li hember hikumeta Tirkiyê nîşan dan.