Serrûpel Nûçe Ocalan li cem vê malê bûbû mêvan (vîdyo)

Ocalan li cem vê malê bûbû mêvan (vîdyo)

Belav bike

Îro 17emîn salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Ocalan, piştî ku PKK damezirand, salek şûnde bi rêya Rojavayê Kurdistanê-Kobanî re derbasî Sûriyê bû. Li Kobanî bibû mêvanê malbatek kurd. Ew malbata kurd, ji ber şerê Kobanî koçberî Bakurê Kurdistanê bûye û niha li Amedê ye.

Peyamnêrê Rûdawê Maşllah Dekak, serdana wê malbata kurd kir û bi wan re li ser Ocalan hevpeyvîn kir. Ocalan 40 rojan mêvanê wan bû.

Endamên wê malbatê dibêjin, Ocalan nedihîşt em xizmeta wî bikin. Bixwe xizmeta xwe dikir. Digot çi hebe emê bixwin…

Dema Ocalan tê girtin, şînek giran dikeve nav malbatê: Me qet bawer nedikir were girtin. Em pir giriyan. Çend rojan me xwarin nexwar. Me digot xwazî zarokên me bimirina lê serok nehatiba girtin.

Endamên wê malbatê dibêjin, eger Ocalan azad bibe dê ji kêfxweşiyê pere û baskê wan çêbibe… (Rûdaw)