Serrûpel Nûçe Ceferî: Em, Rûsya û Emerîka sîlehan didin YPG

Ceferî: Em, Rûsya û Emerîka sîlehan didin YPG

Belav bike

Ceferî li ser hevpeyvîman û şerê ku li Sûriyê dibe daxuyaniyek da û got Tirkiyê jî îsrar dike ku Emerîka alîkariya xwe ji ser hêzên kurdî li Sûriyê qut bike.

Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî her wiha diyar kir ku li aliyekî Emerîka alîkariya grûpên kurdî dike, li aliyê din jî hikûmeta Sûriyê ji wan grûpan re dibe alîkar.

Ceferî behsa serkeftinên li bakurê Sûriyê, ku mebesta wî herêmên kurdî ne, dike û dibêje ew serkeftin bi hevpeymaniya di navbera artêşa Sûriyê û hêzên kurdî de pêk hat û artêşa Sûriyê raste rast alîkariya eskerî da hêzên kurdî.