Serrûpel Nûçe “Em li benda Serok Barzanî ne” (Vîdyo)

“Em li benda Serok Barzanî ne” (Vîdyo)

Belav bike

 

Îro Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê civînek giring lidarxist.

 

Civîn li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî hat lidarxistin û PDK li ser asta Encumena Serkirdatiyê civîn pêk anî.

 

Pêştir hatibû ragihandin, ku Mesûd Barzanî bi xwe jî dê di civînê de amade be û serokatiya civînê bike, lê ji ber ku ji serdana xwe ya bo Ewropayê nevegeriyaye, Cîgirê wî Nêçîrvan Barzanî serokatiya civîna îro ya Encumena Serkirdatiya PDKê kir.

 

Di civînê de gotûbêj li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê hat kirin û biryarên Barzanî yên bo encamdana reforman hatin nirxandin.

 

PDKê di vê civînê de piştgîriya xwe bo reformên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

 

Piştî bi dawî hatina civînê, Endamê Polîtboruya PDKê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Civîna îro bo behskirin û nirxandina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û piştevanîkirin li reformên Serok Barzanî bû.”

 

Derbarê avakirina komîteyekê bo pêkanîna wan reforman li gor biryara Barzanî de jî, Mesrûr Barzanî ragihand: “Me ew yek jî gotûbêj kir û em li benda veger û hatina Serok Barzanî ne ku niha bi serdanekê li derveyê welat e.” Rûdaw