Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û alîkarê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî îro piştî civîna Encumena Serokatiya PDKê, li ser daxuyaniya PKKê derheqê astengkirina hinartina gaza Kurdistanê bo Tirkiyê de bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê da.
Nêçîrvan Barzanî got, ew daxuyanî, daxuyaniyek rast nîne. Em li hêviyê nebûn ew di vê demê de bêjin em li dijî wê meseleyê ne. Çimkî ev bûyer girêdayî qûtê xelkê Herêma Kurdistanê ye. Jixwe hîn hinartina gaza sirûştî dest pê nekiriye.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ti eleqeya wê mijarê bi PKKê nîne û got, ev mesele, meseleyeke navxwe ya Kurdistana Iraqê ye û divê PKK destê xwe nexe nav karên Herêma Kurdistanê. Ji ber ku ne rast e, ne lazim e ne jî em vê yekê qebûl dikin.
Berdevkê PKKê Demhat Egîd gotibû, rêkeftina hinartina gaza sirûştî di navbera Kurdistan û Tirkiyê de “dijminatîkirina gelê kurd e” ji ber wê jî ew li dijî wê ne.
Li gorî wî rayedarê PKKê, rêkeftina han dibe sedema bihêzbûna dewleta Tirk ku dijminê gelê kurd e. (Rûdaw)