Şêwirmenda Serokê Sûriyê Beşar Esed ya bi navê Buseyna Şaban daxuyaniyek da medyayê û got, Şam Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Sûriyê wekhev dibîne.
Şaban diyar kir YPGê bi piştevaniya artêşa Sûriyê û balafirên şerî, bakur û rojhilata bakurê Sûriyê ji terorîstan paqij kirin.
vîdyo
Tirkiye rexne kir
Şêwirmenda Serokê Sûriyê Beşar Esed îdia kir ti pirsgirêkên wan bi Kurdan re nîne û got: “Pirsgirêkên Tirkiyê bi Kurdan re heye û her tim pirsgirêkan derdixin.”
Berdewamiya daxuyaniyê de Şaban amaje kir ku bo wan tişta herî girîng axa Sûriye û yekbûna gelê Sûriyê ye.
Mela: YPGê jî di heman ramanê de ye
Çalakvanê siyasî yê ji Rojavayê Kurdistanê bi navê Reşad Mela jî derbarê daxuyaniya Şêwirmenda Serokê Sûriyê Beşar Esed de ragihand, tiştek mirov şaş bike nîne û got, jixwe YPGê daxuyaniyên bi vî awayî dane.
Mela amaje kir ku YPG ligel Artêşa Sûriyê şerê komên dijbereyê dike û got, ti projeyekê kurdî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nîne. Rûdaw