Serrûpel Nûçe “Sûriye dibe welatekî federal û xweser!”

“Sûriye dibe welatekî federal û xweser!”

Belav bike

Hevseroka MSDê Îlham Ehmed, ji malpereke nêzîkî PKKê re li ser êrişên Tirkiyê yên li hember Rojavayê Kurdistanê û YPGê gotiye, Tirkiye naxwaze li Rojavayê Kurdistanê îradeyeke siyasî ya Kurdan pêk were ji ber wê jî çi bi rêya piştevanîkirina komên radîkal û çi jî bi êrişên yekser, dixwaze vê yekê asteng bike.

Îlham Ehmed, anî ziman ku Tirkiye penaber û sivîlan û bajarê Ezazê dike hêcet û got, derdê Tirkiyê ne ew tişt in ji ber ku sebeba bingehîn a êriş û hêrsa Tirkiyê, pûçbûna siyaseta Enqerê li hembe Sûriyê ye.

Wê rayedarê Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku hevdîtin û diyalog li ser paşeroja Sûriyê didomin û got, Sûriye vediguhere sîstemeke federal. Li Sûriyê dê sê herêmên federal û xweser li bakur, başûr û navîna welêt pêk bên. Her herêmek dê bi xwe, xwe bide meşandin û xwedan rêveberî û parlamento bibe.

Di bersiva vê pirsê de ku gelo ev statûya Sûriyê, misoger bûye yan na, Îlham Ehmed got, ez naxwazim zêde li ser vê mijarê qise bikin, tenê dikarim vê bêjim Sûriye dê bibe welatekî federal.

Di besiva vê pirsê de jî gelo Amerîka û Rûsya piştgiriya yekxistina Kobanî û Efrînê dikin? hevseroka MSDê got, Amerîka û Rûsya dizanin ku hêza ku kantonan ji hev qut dike, DAIŞ e. Ji be wê jî DAIŞ were jinavbirin, dê her du herêm xwe bigihînin hev. Rûdaw