Îro roja sêşemê serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, Îbrahîm Biro, ligel endamê ofîsa pêwendiyên derve di ENKS de, Siyamend Haco li Almanya bajarê Berlînê, li ofîsa serokwezîra Almanya Angela Merkel hevdîtinek ligel berpirsên dosyaya rojhilata navîn, Asya, Efrîka û Emerîka Latînî pêk anîn.
Di hevdîtinê de li bêhtirî saetekê dirêj kir, ji ofîsa serokwezîra Almanya Frank Hartman û Daniêl Şlîgel beşdar bûn.
Şanda ENKS di hevdîtina xwe li ser krîza Sûriyê û rewşa Kurdan rawestiya û bi ferehî behsa daxwazên Kurdan li Sûriyê kirin.