Barzanî, di 14’ê adara sala 1903’yan de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905‘an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914’an de birayê wî[çavkanî pêwîst e] tê kuştin. Barzanî di 1931‘ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî di rêberiya şoreşa kurdî da dijî rejîma badşahê Îraqê ji bo bidestveanîna mafên milletê kurd. Şoreşa ko li sala 1935’an hatiye vemirandin û Barzanî hatiye nefî kirin bû bajarê Silêmaniyê. Li sala 1942’an Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di 1943’an de li mentîqeya Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir. Piştî 1945’an, diçe Mehabadê û beşdarî di damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê u 1 zh zeraktren havale we faqe Hassan mero Edlbi we 7 zman dzani u galak xabat ger buya zhyanaxo xr gori Kurdistan krea dgal barzani namr bazhdare choya rusea diket û wek wezîrê çenkê tê destnîşankirin. Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetêu ha dibe. Mistefa Barzanî, di sala 1958’ê de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961‘ê de heta xudmuxtariya 1970’yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir.
Di 1975‘an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1’ê adara sala 1979‘an de diçe rehmetê.
Mela Mistefayê Barzanî li Barzanê hat veşartin.
Mela Mistefayê Barzanî bavê 10 kuran e. Sabîr, Luqman, Ubêdullah, Îdrîs Barzanî, Mesûd Barzanî, Sîdad, Nîhad, Dilşad, Sîhad û Wecîh navê kurê Mela Mistefayê Barzanî ne. Wikipedia