Serrûpel Nûçe “Hinek aliyên nêzîkî PKK dixwazin Kurdistanê xerab bikin“

“Hinek aliyên nêzîkî PKK dixwazin Kurdistanê xerab bikin“

Belav bike

 

Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê, Hêmin Hewramî li ser rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek giring da Rûdawê.

 

Hûmin Hewramî ji Rûdawê re ragihand: “Îro sêşemî 1ê Adarê PDK bi konsul û nûnerên hemû welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re civiya. Biryara lidarxistina vê civîn jî di civîna ne asayî ya serkirdatiya PDKê hatibû dayîn, ku di çend rojên borî de lidarketibû.”

 

Hewramî got, PDKê di rewşa niha de bi pêwîst dît, ku bi hemû nûneratiyên welatên biyanî yên li Kurdistanê re civînekê pêk bîne û bi wan re rewşa Kurdistanê û deverê binirxîne.

 

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê herwiha got: “Hinek aliyên siyasî hene, ku li navçeyên Qeladizê, Raniye û Silêmaniye û derdora wan deran hewl didin ku kiryarên têkderî û tundûtîjiyê li dijî dezgeh û fermangehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin û planan li dijî Herêma Kurdistanê danin, bi taybet ew aliyên ku nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne û bi rêya çekdarkirina wan aliyan dixwazin guvaşên zêdetir li ser Kurdistanê çêbikin.”

 

Hêmin Hewramî da xuyakirin: “PDKê gellek belge di ber dest de hene bo wan hewlên ku hinek alî dixwazin encam bidin, ji ber wê jî me ew zanyarî bi konsul û nûnerên welatan re parve kir.”

 

Hewramî amaje bi wê yekê jî kir, ku armanceke din a civînê ew bû, ku em bi zelalî û bi aşkere xwastek û siyaseta PDKê li ser razîbûn bi encamdana civînan û diyaloga ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê rabigihînin û ji konsulên welatên biyanî re bêjin.

 

Hewramî herwiha tekez kir: “PDK amade ye li ser mijarên Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê gotûbêjan bike, bi taybet ku PDKJê çend caran daxwaz ji Tevgera Gorranê kiriye, daku bi hev re rûnin û derbarê arîşeyan de gotûbêj bikin, lê belê ew naxwazin rûnin.”

 

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê destnîşan kir: “Di civînê de me behsa pêwendiyên xwe ligel Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), amadeyiya Herêma Kurdistanê bo şerê Mûsilê û herwiha wan guhertinan kir, ku Ebadî dixwaze di Hikûmeta Iraqê de pêk bîne. Me behsa wê yekê kir, ku di wan reforman de ka dê rola Kurd çawan be û dê pêgeha Kurdan bi çi awayî be.”

 

Hêmin Hewramî got: “Me di civînê de herwiha spasiya welatên biyanî jî kir, jibo wan alîkariyên ku pêşkêşî Kurdistanê kirine û me daxwaz ji wan kir, ku ji ber kirîza darayî ku bandor li ser warê leşkerî jî daniye, piştgîriya me bikin.”