Serrûpel Nûçe PKK û Gorran Kantonê ava dikin

PKK û Gorran Kantonê ava dikin

Belav bike

Çavkaniyekî agahdar li tevgera PKKê ji BasNewsê re ragehand; PKK bi hemû rêyan dixwaze derfet ji krîza darayî û nerazîbûnên gelê Kurdistanê werbigrê û ji bo vê jî dixwaze bi alîkariya Tevgera Goran li sînorên Ranya û Qeladfizê, bi sedema salvegera raperîna sala 1991 ê ya gelê Kurdistanê Kantona Raperînê raghîne û herêmê ji aliyê leşkerî û ewlehî û îdarî ve ji kontrola YNK û hikûmeta herêma Kurdistanê derbêxe.

 

Heman çavkaniyê aşkera kir, çekdarên PKKê ku hejmara wan ji 500 kesî zêdetir buye li sînorê Dola Balayan û Akoyan hatine dîtin û her li wê sînorî de hejmarekî endamên PKKê li gel xelkê herêma raperîn civîn pêkanîne û piraniya wî xelkî jî, li ser Tevgera Goran bune. Her waha ji wan re hatiye gotin ku ji bo raperînekî li dijî hikûmeta Herêma Kurdsitanê xwe amade bikin û Kantona xwerêvebiriya bi navê Kantona Raperîn dê bê avakirin.

 

Li gor heman çavkaniyê, endamên PKKê di civînê gotine ji naha û pê de Tevgera Goran vê piştîwan û alîkarê wan be.

 

Li gor zanyariyên BasNewsê berî naha Tevgera Goran bi rêya Qadrî Hecî Elî ku berpirsekî paye bilind ê Tevgera Gorane, ew daxwaza ji PKKê kiribû lê PKKê tu bersivek neda bu.

 

Çavkaniyê aşkera kir, ji ber tevgera PKKê ya li dijî saziyên hikûmetê, ku piranî di wî sînorê ku ji aliyê YNKê ve tê birêvebirin de pêktên; her ji ber vê sedemê YNKê, PKK û Tevgera Goran hişyar kirine ku dest ji karên bi vî rengî re dirêj nekin.

 

Heman çavkaniyê diyar kir: ‘’YNKê her bi armanca pêşî li tiştên wiha bigre, bi serperîştiya Fermandarê Pêşmergeyên YNKê Ebdula Bor de hêz rêkiriye wan herêmêna.’’

 

Di vê derbarê de Parlamenterê YNKê yê sînorê raperîn Meryem Semed ji BasNewsê re ragehend; Ew wekû YNK raste piştîwanî li nerazîbûnên xelkê û xwepêşandanên sîvîl dikin, lê bi tu awayekî di bin navê avakirina Kantonan de li gel têkbirin û hilweşandina saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nînin.

 

Herwaha diyar kir: ‘’Rewş ne di asta raperîn û ne jî di asta kanton kirinê de ye. Krîzekî aborî heye û pêwîste hikûmet pêdagîr be û gelê Kurdistanê jî bi awayekî sîvîl û dûr ji tundiyê daxwazên xwe bîne ziman.’’

 

Di heman demê de berpirsê leqî raperîn ê PDKê Necat Hesen ji BasNewsê re ragehand, ne karê PKKê ye ku bê li Herêma Kurdistanê Kanton raghîne. Kar û xebatî wan li bakûrê Kurdistanê ye û got: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê naha li Ranya û Qeladizê saziyên rewa ne û îdareyekî xwe ya bi temamî heye û eger xelk neraziye û gazindan xelk jî hebe, eva pirsgirêkekî navxwe ya Herêma Kurdistanê ye û tu peyvendiya xwe bi destwerdana PKKê tuneye. Di rewşekî wiha de bi dil û giyan em amadene saziyên hikûmetê biparêzin.’’

 

Aşkera jî kir, berî demekî PKKê di herêmê de konferansek kiriye û yek ji babetên konferansê jî ku dixwazin herêma xweser a raperîn ragehandin buye.

 

Herwaha got: ‘’Eger PKK rast dibêje, bila li bakûrê Kurdistanê Kanton ragehîne, em li vêderê serbixwe ne û îdareya me jî serbixwe ye û tu pêwîstiya me bi PKKê tuneye ku destê me bigrê û îdareya raperînê ragehînê. Karekî wiha piştrast dikim ku ziyan dê bidete wan bixwe.’’

 

Di derbarê Tevgera Goran de jî eger alîkariya PKKê bike, tu tiştekî bidest naxe. Zerer û ziyanekî zêde ji bo wan vê çêbe, ku hejmarekî pir dengdarên wan di wî sînorî de ye û got: ‘’Ji aliyê dinve pirsgirêkekî mezin ji bo YNKê û îdareya herêmê avadibe û ew jî asan nîne peyvendiyên xwe yên li gel YNKê wiha têkbide.’’

Herwaha diyar kir, di her rewşekî de YNK ji vî sînorî berpirse û encamdana karekî bi vî awayî çeper li dijî YNKê vekirine.

 

Berî naha jî endamê Encûmena Rêveberî û Berpirsê Bûroya peyvendiyên Kurdistaniyên Iraqê yê PDKê Ehmed Kanî ji BasNewsê re ragehand, PKK bi fikra avakirina Kanton li Başûrê Kurdistanê de ye û mixabin di encama rekberiya aliyan a li Kurdistanê de rê ji PKKê re tê vekirin. Awayê wiha PKK nifûzî cîhên ku di bin desthilatiya YNKê de bi hêz dibe û hebûna wê jî heye.

 

Herwaha diyar kir, ew rêkevtina ku dinava Tevgera Goran û PKKê de heye li ser hesaba pêgeha YNKê ye û got: ‘’Tiştê ku ez dizanim Tevgera Goran û PKK dixwazin li Herêma Pişde û Ranya û Qeladizê û Germiyan tiştekî bikin û YNKê li wan Herêman lewaz bikin û bi piştrastî dibêjim pêwîste YNK ji wan karan agahdar be.’’

 

Ji aliyê xwe Qaymeqamê navçeya Çomanê Ebdulwahîd Gwanî ji BasNewsê re ragehand; PKK li hin navçeyên sînorê qezaya Çomanê hebûna xwe heye, lê em ne di vê baweriyê de ne ku xeletiyekî wiha bikin û got: ‘’Karekî bi vî awayî xeletiyekî mezine, eger PKK bike.’’

 

Herwaha amaje bi vê kir ku, di derbarê qezaya Çomanê de ew tu metirsiyekî bi vî awayî nabînin û saziyên hikûmetê li ser kar û xizmeta hemwelatiyanda ye û xelk jî saziyên hikûmetê wek saziyên xwe dizane.

 

Lê Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Goran Babekir Direyî, BasNews red dike û dibêje tu rêkevtinê wan li gel PKKê tuneye û got: ‘’Her rêkevtinekî em biken emê bi aşkerayî li ser bi axavin.’’