Fermandeyiya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (NPG) îro çarşemî 2ê Adarê li ser teqandina boriya petrola Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.
NPGê di daxuyaniya xwe de red kir, ku hêzên wan û her hêzeke din a ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve boriya petrolê ya Başûrê Kurdistanê teqandibin û belavbûna nûçeyên wisa bi propaganda û gotegot bi nav kir.
NPGê got: “Me bi hûrî li ser wan dengoyan lêkolîn kir, ku qaşo tevgera me li Rihayê û Şirnexê çalakî li dijî boriya petrolê ya Kurdistanê kiribin, lê belê ne hêzên me û ne hêzên welatparêz ti pêwendiya wan bi wê êrişa ser boriya Kurdistanê ve nîne.”
Fermandeyiya Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand: “Çend roj berî niha wiha hat belavkirin, ku boriya petrolê ya Kerkûk-Yumurtalik li devera Sêwerig a Rihayê ji aliyê me ve hatiye teqandin yan zirar pê gihîştiye, ew nûçeyên wisa rast nînin û neheqî li hember me hatiye kirin. Teqnadina boriya petrtrola Başûrê Kurdistanê ji aliyê me û ji koma welatparêzên ser bi me ve jî nehatiye kirin, belku dezgeha îstîxbarata Tirkiyê û koma kontra ya ser bi MITê ve ew kar kirine.”
Di beşeke din a daxuyaniya NPGê de tê gotin: “Di wê qonaxa dîrokî de ku Kurdistan tê re derbas bibe, hinek hêz dixwazin fitneyê bêxin nav hêzên Kurdî û dixwazin rewşek aloz çêbikin.”
Fermandeyiya Navenda Parastina Gel herwiha dibêje: “Pêwîst e hemû hêzên Kurdî û bi taybet rêveberên Başûrê Kurdistanê carek din û ji nû ve pêwendiyên xwe ligel dewleta AK Partiyê li ber çavan re derbas bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî hatiye gotin: “Di demekê de ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê komkujiyê dike, avakirina boriya gazê li heman herêmê pêwîstî bi razîbûna gelê me li Bakurê Kurdistanl heye.” Rûdaw