Serrûpel Nûçe Karayilan li ser başûrê Kurdistanê diaxife (vîdyo)

Karayilan li ser başûrê Kurdistanê diaxife (vîdyo)

Belav bike

 

Endamê Konseya Rêverberiya Komaka Civakên Kurdistanê (KCK) û Fermandeyê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan di daxuyaniyeke ligel ajanseke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê de mijarên weke dengoyên ku dibêjin hinek alî bi hevkariya PKKê dixwazin li deverên ser bi Silêmaniyê ve raperînekê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, û herwiha teqandina boriya petrola Kurdistanê nirxandin kir.

 

Murat Karayilan li ser dengoya hewlên PKKê bi mebebsta serhildanekê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li deverên Silêmaniyê ragihand, PKK bi ti awayî niyeta encamdana serhildanê li Raniye û Qeladizê nîne û got: “Ew dengo, propaganda û pîlanên dijminan in.”

 

Karayilan got: “Pêwîst e mirov hişyar be, çimkî ew dengo, propaganda û pîlanên dijiminan in, çawan birayên PDKê tiştekî wisa bawer dikin û dikin rojeva xwe, em ji wê yekê fêm nakin.”

 

Murat Karayilan herwiha ragihand: “Birayên YNKê çawan tiştekî wisa bawer dikin, ku em herin li Raniye û Qeladizê s erhildanê bikin, Em rojan e bi hev re danûstandinê dikin, ew çawa tiştek wisa bawer dikin. Tiştek wisa nîne, ewa tê gotin pîlana dijmin e, pîlanek di rojevê de heye, dixwazin navbera me xirab bikin û me li dijî hev bi kar bînin.”

 

Derbarê kirîzên li Başûrê Kurdistanê de jî, Fermandeyê HPGê da xuyakirin: “Em dixwazin alozî û nakokiyên navbera aliyan û kirîzan çareser bikin, nek em bibin beşek ji wan kirîzan û kirîzan kûrtir bikin.”

 

Li ser teqandina boriya petrolê ya navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de jî, Murat Karayilan got: “Ew dengoyên tên gotin, ne di cih de ne, ku dibêjin qaşo PKKê boriya petrola Kerkûkê teqandiye yan dixwaze li Başûrê Kurdistanê raperînê bike. PKK daxwaza yekîtiya netewî li hemû aliyan û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê dike.”

 

Karayilan dibêje: “Dostê me yê stratejîk, her em bi xwe ne, nek dewletên dagîrkerên Kurdistanê.”

 

Bo zanînma rastiyan li ser teqandina boriya petrola Kurdistanê, Karayilan daxwaza avakirina komisiyoneke hevbeş dike û dibêje: “Bila me komisiyoneke hevbeş ava bikin û ew komisiyon biçe lêkolînê li ser rastiyan bike, her encamek jî li derkeve, emê qebûl bikin.”

 

Di berdewamiya axavtinên xwe de, Fermandeyê HPGê daxwaz ji Başûrê Kurdistanê dike, ku di têkoşîna bo azadiyê de rol bibîne û tekez dike: “Em daxwaz ji wan dikin, em bicivin û yekîtiyekê ava bikin, daku em wê pîlangêriyê vela derxînin, bi taybet bila Başûrê Kurdistanê di têkoşîna jibo azadiyê de rol bibîne.”

 

Ew daxuyaniya Murat Karayilan di demekê de ye, ku Partiya demokrata Kurdistanê ji zarê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê xwe Hêmin Hewramî ve ragihandiye, hinek aliyên siyasî hene, ku li deverên Qeladizê, Raniye, Silêmanî û derdora wê hewl didin ku çalakiyên têkderî û tundûtîjî li dijî dezgeh û saziyên hikûmetê pêk bînin û li dijî Herêma Kurdistanê plan danin, bi taybet ew aliyên ku nêzîkî PKKê ne û bi rêya hewldan bo çekdarkirina wan aliyan dixwazin guvaşên zêdetir çêbikin.

 

Herwiha Berpirsê Pêwendiyên Kurdistî û Niştîmanî yê PDKê Ehmed Kanî ragihand, ewa ku Murat Karayilan derbarê hevrêziya navbera aprtiyên Kurdî, pêngaveke erênî ye û PDK pêşwazî li daxuyaniya karayilan dike.

 

Ehmed Kanî ji Rûdawê re ragihand: “Tişta ku pêwîst e PKK bike, ev e ku PKK bi zelalî û aşkere rabigihîne destwerdanê di karûbarên navxwe yên Herêma Kurdistanê de nake, her wek çawan ku em destywerdanê di karûbarên ti aliyên din de nakin.”

 

Derbarê daxwaza karayilan bo civîna aliyên Kurdistanê de jî, Kanî got: “Civîn bi rêya ragihandinan nabe, eger daxwaza civînê ji PDKê bê kirin, teqez dê bersivek erênî werbigrin.” Rûdaw