Serrûpel Nûçe “Pêşmerge jî di rizgarkirina Musilê de cih digirin”

“Pêşmerge jî di rizgarkirina Musilê de cih digirin”

Belav bike


Teymez daxuyanî da nûçegihanê AA û wiha got: “Hêzên pêşmergeyan ji sala 2015an vir va bakur, rojava û rojhilatê Mûsilê kontrol dike. Niha tenê başûrê bajêr di destê rêxistinê da ye û artêşa Iraqê li wir bi cî dibe. Dema operasyon dest pê bike wê her kes li herêma xwe êrîş bike.”

Teymez diyar kir ku pêşmerge ji bo operasyonê hazir in û wiha xeber da: “Amadehiyên me qediyan, em li benda fermanê ne. Niha artêşa Iraqê ne amade ye û li herêmê bi cî nebûye. Ji bo amadehiyên leşkerên Iraqê dem lazim e.”

Teymez diyar kir ku rêxistin ji ber nûçeyên ku di çapemeniyê da derdikevin aciz dibe û wiha got: “DAEŞ ji hêla leşkerî û moralê va têk çûye. Dizanin ku rizgarkirina bajêr nêzîk e, loma jî bi hemû hêza xwe êrîşî pêşmergeyan dikin.”

DAEŞa rêxistina terorê di hezîra 2014an da Mûsila Iraqê bi dest xistibû.