Serrûpel Nûçe Yaşar Kaya di 78 saliya xwe de wefat kir

Yaşar Kaya di 78 saliya xwe de wefat kir

Belav bike
Siyasetmedarê navdarê kurd Yaşar Kaya di temenê 78 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Yaşar Kaya, ku ev çend roj bûn li Hewlêrê bû, jiyana xwe ji dest da.
Çend rojan berê Yaşar Kaya li nexweşxaneya Par a Hewlêrê de hatibû razandin û roja îniyê (4ê mehê) jî hatibû derxistin.

 Yaşar Kaya li mala xwe ya li “Gundê Înglîzî” ya Hewlêrê de xatirê xwe ji jiyanê xwast.

Yaşar Kaya kî bû?

 

Sala 1938ê li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bibû. Kaya sala 1959ê dema di beşa aborî ya Zanîngeha Stenbolê de dixwend, bi 48 kesan re hat girtin lê piştî sal û nîvekê hat berdan. Navê dosyaya wan wek “Doza 49” hat binavkirin û 10 salan dom kir. Sala 1965ê dersa xwe xilas kir.

 

Yaşar Kaya, sala 1968ê li ser heman dosyayê ji bo bajarê Konyayê hat sirgûnkirin lê di heman salê de dîsa vegeriya Stenbolê. Kaya li Stenbolê di gellek şîrketan de kar kir û bi bazirganiyê re mijûl bû. Sala 1991ê bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP). DEP sala 1994ê ji aliyê dewletê ve hat qedexekirin û hilweşandin. Ji ber doz û xebata siyasî, neçar ma biçe Ewropayê û li wir Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) ava kir.

 

Yaşar Kaya, ji sala 1994ê heta sala 2014ê li bajarê Frankfurtê yê Almanya ma, paşê derbasî Hewlêrê bû. 17ê Nîsana 2014ê jî vegeriya Tirkiyê.