Siyasetmedarê kurd Yaşar Kaya, duh di temenê 78 saliyê de li bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Bi vê helkeftê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî ji malbat, dost û hevalên Yaşar Kaya re xwest.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Barzanî wiha ye:
“Mixabin min xebera wefata siyasetmedarê kurd Yaşar Kaya bihîst. Ez hevxemiya xwe ji bo malbat, xizm, dost û hevalên rehmetî tînim ziman û ji wan re sersaxiyê dixwazim. Ez hêvîdar im ev bibe xema we ya dûmahîkê û cihê rehmetî jî bihişt be.”
Hevjîna Yaşar Kaya, Yûrda Kaya ji Rûdawê re gotibû, Yaşar Kaya wesiyet kiribû cenazeyê wî li navçeya Bazîdê ya Agirî û li kêleka tirba dayîka wî defin bikin.