Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pênşemî 10ê Adarê derbarê rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê û pêşhatên dawî yên wê, şerê li dijî DAIŞê, pêşeroja gelê Kurd û serxwebûna Başûrê Kurdistanê û herwiha pêkanîna reforman daxuyanî da.
Mesûd Barzanî li bajarê Hewlêrê beşdarî 19mîn xûla perwerdeya kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû û têde gotarek pêşkêş kir. Di gotara xwe de Barzanî li ser mijarên germ ên rojeva Başûrê Kurdistanê axivî.
Barzanî di axavtina xwe de bi zelalî amaje bi mijara serxwebûnê kir û ragihand: “Min pêştir amaje bi wê yekê kiribû, ku eger vê care xwîna me birrije, tenê dê bo serxwebûnê be. Ji ber wê jî em gerek her vê yekê bikin û ew hemû xwîna ku hatiye rijandin, em nahêlin bi heder biçe.”
Barzanî herwiha got: “Serxwebûn mafê me ye û me kar bow ê yekê kiriye û em nawestin. Giring nîne kê dê (serxwebûnê) rabigihîne, eger zarokek jî be. Emê destxeşiyê li her kesî bikin ku piştevaniya me bike daku em bikarin bersiva dayika şehîdekî bidin, eger got xwîna kurê min çima rijiya.”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi hin dengên nerazî û yên li dijî serxwebûnê li Kurdistanê kir û got: “Ecêb e ku di nav Kurdistanê de hinek kes hebin hesadetê bi wê yekê bikin û li dijî serxwebûnê qise bikin.”
Mesûd Barzanî di beşeke din a axavtina xwe de tekezî li ser wê kir, ku ew ne bi dilê Îranê, ne bi dilê Tirkiyê û ne jî bi dilê Amerîkayê naaxive û ragihand, ku Kurd xwediyê dozekê ye û dest ji wê doza xwe bernade.
Barzanî wiha got: “Ez naçim Îranê axavtinekê bikim û biçim Enqerê jî bi dilê wan biaxivim. Heta min ji Amerîkayê re jî got, ku em xwediyê doza xwe ne, ji ber wê jî yan divê em hemû ji nav herin, yan vê care me xwîn bo serxwebûnê rjandiye.”
Li ser şerê li dijî DAIŞê jî Serokê Herêma Kurdistanê got, hêj dawî bi DAIŞê nehatiye û heya ku DAIŞ li Mûsilê hebe, metirsî li ser Hewlêr û Dihokê jî her heye.
Mesûd Barzanî da xuyakirin, ku cîhan şahidê wê yekê ye ku Hêzên Pêşmerge çawan DAIŞ têk birin û di şer de serkevtin. Barzanî got: “Cîhan hemû şahid e ku me DAIŞ têkbir û Pêşmerge derb lê dan. Ew jî pîwan nîne, ku di destpêkê de me çend navçe ji dest dan. Di şer de dawî giring e ku em serkevtin, çimkî pirraniya ew navçeyên ku me ji dest dabûn, me hemû ew navçe bi Hêza Pêşmerge û alîkariya hevpeymanan cardin kontrol kirin.”
Di axavtina xwe de Barzanî behsa kirîza darayî û pêkanîna refroman li Başûrê Kurdistanê jî kir. Barzanî li ser kirîza darayî ragihand: “Emê ji wê kirîzê derbas bibin. Em ligel Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li dûv mekanîzmekê digerin bo çareserkirina kirîza li Kurdistanê û partiyên din jî em hemû pêkve gotûbêjan dikin bo çareserkirina arîşeyê, lê belê ew mekanzîma ku em didanên bi ti awayî wek caran nabe.”
Derbarê sedemên çêbûna kirîza darayî li Başûrê Kurdistanê jî Barzanî amaje bi damezrandina lehîwar a xelkê dike û wê yekê bi jehreke dijwar bi nav dike û tekez dike, ku damezrandina xelkê bi wî awayî beşek ji kirîzê ye û gerek were çareserkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê bo çareserkirina wê yekê jî tekezî li ser dîtina derfetên kar ji xelkê re bi rêya avakirina kargehan, giringîdan bi çandiniyê û çend rêyên din dike.
Derbarê pêkanîna reforman de jî Mesûd Barzanî da zanîn: “Me ligel hikûmetê û Desteya Destpaqijiyê derbarê reforman de gotûbêj kiriye. Nêzîkî 20 dosya hatine çêkirin û ezê bidim wan daku kar li ser bikin. Eger wan kar li ser kir, gellek base, lê eger nekirin, ezê rasterast destwerdanê bikim.”
Barzanî amaje bi giringiya reforman dike û dibêje: “Refrom giringtirîn û pêwîsttirîn kar e ku gerek em pêk bînin û eger em wî karî nekin, emê ji nav herin.”
Barzanî herwiha got: “Emê ji nav mala xwe ve dest bi reformê bikin û em çavê xwe li ser ti kesî nagirin.”
Ji aliyekê din ve Barzanî bo pêkanîna wan reforman daxwaza alîkariyê ji her kesî kir, ku bikaribe di wê proseyê de alîkariya wan bike. (Rûdaw)