Serrûpel Nûçe Êdî kantonên Rojava namînin

Êdî kantonên Rojava namînin

Belav bike

Heman çavkaniyê ji tora medyayî ya Rûdawê re tekez kir, ku wê di konfransê de komîtyek were pêkanîn, daku şêweyê hikumeta federal li şûna rêveberiyên Kantonan amade bike.
Çavkaniyê dazanîn, ku wê tevahiya pêkhateyên Rojavayê Kurdistan, ji Kurd, Ereb, Suryan, Tirkumen û pêkhateyên din di konferansê de beşdar bin.

Roja duşemê, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê komîteya amedekar ya konfernsa gotûbêjkirin û erêkirina sîstema rêveberiya nû  ji bo Rojavayê kurdistanê dest bikarê xwe kir.

Bi amadebûna 13  endaman ew komîte li koşka pêşwaziyê li bajarê Amûdê li ser sîstema nû ya Rojavayê Kurdistanê civiya û  li ser mîkanîzma lidarxistina konferansa erêkirina Federalîzmê, û vexwendina mêvan û pêkhateyên navçeyê ji bo wê konfiransê axivîn.

Ev demeke, Xweseriya Demokratîk behsa sîstema ferdalîzmê li Rojavayê Kurdistanê dike û tê gotin, wê navê wê bibe, federalîzma Bakûr.

Roja yekşema borî, kordînasyona giştî ya hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanû û Bakurê Sûriyê kirbû, rêveberiyeke demokratîk ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bkaurê Sûriyê gotobêj bikin û di civînekê de, komîteyeke amadekar  ji 13 kesan hatibû pêkanîn, daku nûnerên pêkhateyan ji bo konfiransekê li ser şêweyê rêveberiyeke demokratîk ji bo Rojava û Bakurê Sûriyê vexwînin. Rûdaw – Hisên Imer