Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di çaremîn Foruma Silêmaniyê de, ku îro danê sibê dest pê kir, axaftinek kir. Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de destpêkê bi helkefta 28emîn salvegera jenosîda Helebcê got, em serê xwe li hember şehîdên Helebcê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bang li hêz û partiyên Başûrê Kurdistanê jî kir, ji bo xatirê xwîn şehîdan, dest ji înad û serhişkiyê berdin û bi rûniştin û diyalogê arîşeyên xwe bilez çareser bikin.
Nêçîrvan Barzanî behsa kirîza serokatiyê kir jî û got, em di rewşa şer de bûn û Kurdistan pêwîstî bi aramiyeke hundirîn hebû ji bo ku welatê me di şerê terorê de neşkê. Lê mixabin, hinekan xwestin serok bişkênin, ew serokê ku li eniya şer bû, xwestin îradeya xwe bisepînin her wiha bi rêya parlamentoyê re rewş zêdetir aloz kirin. Parlamento kirin navenek ji bo aloztirkirina rewşê. Ev jî bû sebeba wê ku hinek kes li hember kar û xebata saziyên rewa dilgiran û aciz bibin.
Derheqê kirîza darayî de jî Serokwezîr Barzanî got, heta niha ti welatekî ji bo nehîştina kirîza darayî alîkariya Herêma Kurdistanê nekiriye lê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî dixebite ji bo nehîştina kirîzê. Em piştrast in ku ev kirîz dê nemîne û rewşa jiyana xelkê jî dê pir baş be û geşekirina Kurdistanê jî dê pir xurt dîsa dest pê bike.
Serokwezîrê Herêm Kurdistanê behsa wêrankarî û hovîtiyên DAIŞê jî kir û got, hovîtiyên ku DAIŞê li Kurdistanê kirne, pir mezin in. Bi taybet komkujiya kurdên êzîdî, revandina xûşk û dayîkên êzîdî, wêrankirina bajarokê Gulale ( li devera Germiyanê) û bajarê Kobanî…
Nêçîrvan Barzanî behsa pêwendiyên Bexda û Hewlêrê jî kir û got, me hez dikir hikûmeta Iraqê kêşeyên xwe bi Herêma Kurdistanê re çareser bike lê mixabin sal bi sal ji erkên xwe yên li hember Herêma Kurdistanê dûr dikeve û zêdetir piştguh davêje.
Serokwezîr Barzanî anî ziman ku Kurdistan amade ye bi Bexdayê re li hev bike û got, ez li vir li ber çavên hemû rayedar û mezinên birêz ên Iraqê yên ku li vir in, dibêjim; em dixwazin bi Iraqê re li hev bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa rola Kurdistanê di Rojhilata Navîn de jî kir û got, Kurdistan dikare rolek mezin di parastina asayişa Rojhilata Navîn û cîhanê de bilîze ji ber wê jî her pilan û stratejiya ku bêyî Kurdistan û gelê kurd were dariştin, dê bi ser nekeve. Rûdaw