Serrûpel Nûçe PYD “Federasyona Bakurê Sûriyê” ava dike

PYD “Federasyona Bakurê Sûriyê” ava dike

Belav bike

Tê gotin ku di civînê de derdora 200 delege beşdar bûne ku ji nûnerên kurdan, ereban, suryanî, aşûrî, ermenî, tirkmen û çeçenên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê pêk tên.

Her wiha nûnerên partiyên siyasî yên mîna PYD, Partî Demoratî Kurdî Sûrî, El Partî basê Nesredîn Îbrahîm, El Wehde basl Mihêdîn Şêx Alî û hinek partî û rêxistinên din beşdar bûne.

Tê pêşbînîkirin piştî civînê, daxuyaniyek were dayîn û encamên civînê bên eşkerekirin.

Çend rojan berê rayedarên Rojavayê Kurdistanê gotibûn, ewê roja çarşemê (îro) federasiyonê ragihînin.

Bi ragihandina federasiyonê re sîstema kantonan jî namîne.