Çalakî kê li dar xistiye, nasnameya miriyan hê jî ne diyar e. Lê, em dixwazin vê bibêjin ku wek Tevgera Azadiya Kurd em li dijî hedefgirtina sivîlan e û çalakiyên li dijî sivîlan şermezar dikin. Em ji malbatên sivîlên jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Wek Tevgera Azadiya Kurd em ji neçarî ji sala 1984’an têkoşîna gerîla dimeşînin” û wiha dewam kir: “Tercîha me her tim çareseriya siyasal a demokratîk a pirsgirêka Kurd li ser esasê demokratîkbûyina Tirkiyeyê çareser dike ye. Hê jî di vê mijarê de israra me didome. Lê, desthilatiya AKP’ê pehîn li hewldanên çareseriya demokratîk a Kurd daye, biryara bi şîdetê pelçiqandina Tevgera Azadiya Kurd daye. Îro ev şerê qirêt ê li Kurdistanê, li hember vê berxwedana xwerêveberiya gelê Kurd, ji ber desthilatiya AKP’ê hewldanên çareseriya siyasal demokratîk red kiriye derketiye holê. Deklarasyona çareseriya demokratîk a 28’ê Sibata 2015’an rayedarên dewletê û HDP’yiyan bi hev re dan xuyakirin, ji aliyê Serokkomar Tayyîp Erdogan nehatiye qebûlkirin; banga Newrozê ya Rêber Apo ya çareseriya aştîxwaz û demokratîk dixwaze hatiey redkirin; ji 5’ê Nîsana 2015’an ve li ser Rêber Apo yê raya giştî ya Tirkiye di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorê siyasî yê herî maqûl dibîne, tecrîda girankirî xistiye meriyetê. Hilbijartinên 7’ê Hezîrnê yê hêzên demokrasiyê jê serketî derketine tine hatine hesibandin, 24’ê Tirmehê jî li hember gelê Kurd şerekî topyekun dane destpêkirin. Di vî şerî de bi sedan sivîl ji aliyê leşker û polîsan hatine qetilkirin. Bê guman di van şeran de bi sedan leşker û gerîla jî jiyana xwe ji dest dane.
Em wek Tevgera Azadiya Kurd tercîha me ne şer e, her wiha em di nav şer de jî li dijî kuştina sivîlan e. Di şerde qetilkirina sivîlan sûc e. Em wek Tevgera Azadiya Kurd bi çendan cara me gotiye em ê li gor Hevpeymana Şer a Cenevreyê bimeşin. 1994’an me Hevpeymana Cenevre ya Şer îmze kir. Îro jî em girêdayî vê soza xwe ne. Gerîlayê têkoşîna azadiya Kurd dimeşîne wê ji niha û şûn de jî li gor vê hevpeymanê tevbigere. Tevî ku dewleta Tirk hiqûqa şer bi awayekî giran binpê kiriye, şervanên azadiyê wê ji niha û şûn de jî ji bo sivîl zerarê nebînin wê gelekî baldar bin.”
KUŞTINA SIVÎLAN KÎ DIKE BILA BIKE DIVÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN
Di dewama daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin:
“Divê kuştina sivîlan neyê qebûlkirin. Her kî dike bila bike jî divê bi çalakî û helwestan ev hedefgirtinên sivîlan neyên qebûlkirin. Lê, çapemeniya Tirk û derdorên siyasî, eger polîs û leşkerên Tirk bêyî zarok, jin, kal guhdar bikin bi sedan sivîlan dikujin li hember dernakevin, nakin rojev, ev jî bê exlaqiyek e. Yên bi awayekî mafdar li hember kuştinên sivîl nerazîbûnan nîşan didin, divê li hember qetilkirina sivîlên ji aliyê dewleta Tirk û bombekirina jiyangehên sivîl jî nerazîbûnan nîşan bidin. Bi gotina yekdestiya bikaranîna şîdetê aîdî dewletê ye û li hember qetilkirina bi sedan sivîlên ji aliyê desthilatiya AKP’ê bêdeng mayîn, bê wijdanî ye û bê exlaqiyek siyasî ye. Bi ti hincetan kuştinên sivîl nikarin bên normalkirin. Li ser vî esasî êrîşên li ser sivîlan her kî dike bila bike divê nerazîbûn bên nîşandan. Divê hêzên navneteweyî jî di kuştinên sivîl de nêzîkatiyên du standardî nîşan nedin, her kê pêk anîbe divê li hember rabe.
Li Kurdistan û Rojhilata Navîn Cejna Newrozê tê pîrozkirin. Newroz li dijî zaliman roja berxwedana gelan û jiyana xwişktî/biratiyê ye. Li Tirkiyeyê derdorên berpirs û hêzên siyasî bi wesîleya vê Newrozê divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê gavekê bavêjin, bi agirbesta dualî re bi rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, di şertên azad de divê îlan bikin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasal demokratîk tê çareserkirin. Dema ev pêk were, Tirkiye wê bibe welatê herî demokratîk û azadîxwaz ê cîhanê, li ser esasê xwişktî û biratiya gelan a di ruhê Newrozê de heye, wê Rojhilata Navîn a azad û demokratîk û Tirkiyeya demokratîk pêk were.” ANF